Ji encama êrîşên asîmanî yên firokên Esed û avêtina bermîlên teqîner li ser bajarokê Ebû Elzihûr li gundewarê Idlibê 7 kes şehîd bûn. herwiha heman dîmen li bajarê Seraqib dubare bû, û çend kes lê birîndar bûn, hevdem bû li gel teqîna pakêteke teqîner bi otombêlekê de li dergehê rojava yê bajarokê Dergûş, ku bû egera hin ziyanên madî. û duhî, roja çarşemê û ji encama êrîşeka asîmanî li ser gundê Şinan li gundewarê başûrê Idlibê, 3 jin şehîd ketin û 4 sivîl birîndar bûn, herwiha û bi heman şêweyî gundê Kinsifra li Çiyayê Elzawiya rastî êrîşeka asmanî hat û di encamê hin ziyanên madî çêbûn. li aliyekî din avahiya serkirdayetiyê ya serbazgeha Wadî Eldeyf ji bal artêşa Azad hat gulebaran kirin, û herwiha artêşa Azad hin wargehên hêzên Esed li derdora ordîgeha rojhilatî bajarê Mi´eret Elni´man li gundewarê Idlibê armanc kirin. Hevdem bû digel têkşikandina zîleke serbazî di hindur ordîgeha Elhamidiya. Li êvariya duhî û li Helebê û ji egera ketina du topên hawinan li nav şeqameka pir qereblix ya taxa Elxalidiya 5 zarok şehîd ketin û herwiha jinek jî û hin kes birîndar bûn. û ji encama êrîşeka asîmanî ji bal firokên Esed li ser bajarokê Til Rif´et li gundewarê bakurê Helebê, pênc sivîl birîndar bûn di nav wan de du zarok û afretek jî hebûn.
Jêder: Hevbendî + Şam +Smart.