Duhî firokên Esed li taxa Xiwêran komelkujiyek pêkanîn ku têde 15 kesên sivîl jiyana xwe jidest dan û herwiha şer û pevçûnên dijwar qewimîn li ser eniya şer li taxa navborî li Hesekê di navbera hêza Esed û artêşa azad de, ku şoreşgeran karîn rê li pêş derbasbûna hêza Esed bigirin li nav taxa Xiwêran, piştî armanckirina wan bi topên hawinan, ku hijmarek ji serbazên Esed hatin kuştin û birîndarkirin. û jêderekî pizîşkî li Hesekê ragihand ku: ” li nexweşxaneya Îsam Bexdê bi dehan birîndar û termên serbazên rêjîmê hene, û rêjîm bi otombêlan termên kuştî û birîndarên xwe vediguhêze bo naxweşxaneya navborî”. ji aliyekî din şer û pevçûnên dijwar li ser eniya Serêkaniyê dibin di navbera çeteyên rêxistina DAIŞê û çekdarên partiya yekîtiya demokrat (PYD) de, ku heryek ji herdu aliyan dixwazin zalbûna xwe li ser deverê bisepîne.
Jêder: Hevbendî + Komîteyên Hemahengiyê) )