Hêzên Beşar Esed li taxa Rikin Eldîn li Şamê bi hilmeteka serdagirtin û girtinê rabûn, wê hilmetê ji meydana şemdîn destpê kir ta bi nanpêjgehên Ibn El`emîd. û herwiha çend topên hawinan li meydana Elrîca ketin li Taxa Elyermûk li başûrê Şamê, û taxa Eltedamun rastî topbaran û hawinan hat, û hêzên Esed bi tankan êrîş birin li ser navçeya Elmadniya li taxa El`esalî. Li aliyekî din jimareya êrîşên asîmanî li ser bajarokê Elmilîha li Xota şerqî geha 9 êrîşan ji ber ku firokên Esed piştgiriya hêzên xwe dikin di şerên digel artêşa Azad li deverê, bo hewla derbasbûna bajarokê navhatî ji berî çend mehan ve. Her weha taxên akincîdar yên bajarê `Erbîn rastî êrîşên hawinan hatin, di dema ku firokên Esed berdewamin di avêtina bermîlên teqîner li ser xêmetgeha Xan Elşîh û navçeya Elmezari’h li gundewarê Şamê.
Jêder: Hevbendî +tora Şam