Jimara qurbaniyên komkujiya taxa Qadî ‘Esker li Heleb, geha 10 şehîdan û 15 birîndaran, ji egera avêtina çar bermîlên teqîner ji bal firokên Esed li ser taxa navhatî duhî roja yekşemê. û her bi heman şêweyî û ji beyaniya îro de, li taxa Elneyreb 9 sivîl şehîd bûn û jimareyek zor birîndar bûn, ji egera ketina bermîlên teqîner, û hin çalakvanan ragihandin ku hin kes dibin wêraniyan de asê mane. û îro li piştî nîvro her bi heman rengî bajarê Dêr Hafir li gundewarê Helebê, rastî bermîlên teqîner hat û herwiha xêmetgeha Hinderat tûşî 10 bermîlan bû, di dema şer û pevçûn qewimîn di navbera artêşa Azad û hêza Esed de, dema ku hêza Esed hewla kontrolkirina navçeya Elbirêc dida, ji aliyê xwe ve duhî “bizava Elhezim” ya şervan li Helbebê û gundewarê wê, di daxuyaniyekî de ragihand, ku wê dest bi operasyona xwe bike ya bi navkirî bi (himbiz) li gundewarê başûr, û di daxuyaniya wê de hatiye:” ku operasyonên wê yên serbazî wê herdu gundên Se’îd û ‘Ezîza bi xwe ve bigire, bi armanca ” vekirina riya başûrê Helebê, û qewtandina hêzên Esed û çekdarên girêdayî rêjîmê ji wê deverê”.
(Jêder:Hevbendî+ Şam +Smart)