Hejmara Qurbaniyên teqîna turumbêleke bombekirî li bajarokê Nimir li Gundewarê Der´a 14 Şehîd û bi dehan Sivîl Birîndar ketin, ew piştî ko ji nimêja Înê derdiketin hatin amanckirin.
Herweha di navbera hêzên Elesed û Şoreşgerên Taxa Rojava li Busra Elşam şer çê bû, di heman demê de Rêjîmê bi Hawinan Taxa Rojhilat bombebaran dikir.
Herweha bajarê Inxil ket ber êrîşên asmanî yên Firokên Elesed, û ya dawî ji wan çar Bermîlên Teqîner bi ser bajêr de avêtin, herweha topên Hawin bi ser taxên Der´a de ketin, û yek ji Sivîlan birîndar bû.
Jêder: Hevbendî+Toreya Şam