Serokwezîrê Urdinê Ebdullah Elnisûr got: “Şahneşîna Urdinê mizaxteyên mêvandariya Penaberên Sûrî çar Milyar Dolar in, ” û wilo jî got: “Rewşa Dewletê ya darayî ne xweş e.”
Elnisûr di kongirekî Rojnamevanî de roja şemiya çûyî destnîşan kir ku:
“Alîkariyên ko Urdinê ji Civaka Navnetewî birine, parek piçûk ji mizaxtiya ye.”
Elnisûr tekez kir ko “xerçkirinek mezin diçe bi taybetî gava Milyon û 420 hezar Penaberên Sûrî li cem te hebin yên ko bi nav û hejmar hatine nivîsandin, û bêtir ji 220 hezar Penaberên Iraqî û milyon û 750 hezar Filestînî û bêtir ji 20 hezar Lîbî û ji regezên din jî” .
Û weha dewam kir “Ji bil lêçûna darayî, hin mizaxteyên din hene wek xerçkirina ji bo ewlekariyê û xwediberakirina bi xelkên Urdinê re li ser karên wan û nexweşiyên ko bi Penaberiyê re tên.”
Hêjayî gotinê ye ko Urdin bêtir ji 600 hezar Penaber navên wan di belgeyên Newtewên Yekbûyî nivîsandî ne hewandine tevlî dora 700 hezar Penaberên Sûrî yên berî 2011an derbasî Urdinê bûne, Netewên Yekbûyî mizaxteya Penaberên Sûrî li Urdinê di sala 2013 û 2014an bi 5,3 Milyar Dolar texmîn dike
Jêder: Elerebiye