Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Wasil Elşemalî tekez kir ko: komkujiya li Gundên Dêrê li ser destê Daişa tirorist çê dibin, û ya ko giha 700 kesên sivîl û nêzîk 1800 girtî, ev tolhildan bû ji viyana gel re çimkî hozên Dêrê tiroristên Daişê ji gundên xwe derxistin.
Elşemalî di hevpeyivînekê de ko Nivîsgeha Ragihandinê pê re kir destnîşan kir”Xortên Dêra Zorê baceya bêdengiya Navnetewî didin ko rêjîma Elesed piştgiriya evan komên tirorist dike da ji dêvla wî li herêmên ko ji derveyî destê wî ne destegîr bikin.
Ji ber wilo gerek e di cih de piştgiriya Artêşa Azad bibe û beraberiya Tiroristiyê bibe, da sînorek ji kuştina Sûriyan re bête danîn.”
Herweha Endamê Desteya Siyasî hişyarî da ko ev dorpêçkirina Daişê li dora Gundên Dêrê, nîşanekê dide ku”dermafê xelkên ko berdane Rêjîmê û Daişê kuştarine din dê bibine.
Bêtir got: “Nabe ko civaka Navnetewî Sûriyan bi tenê di meydanê de li ber tiroristiyê bihêle, ew tundrewên ko dûrî çanda welat in ewên ko Esed ew berdane hêla Rojhilata Erebî, ev hemû hewidanin ji bo sepandina nerîna xwe ya ko di destpêka şoreşê de got: Yan ez û yan ez ê welat bişewitînim.”
Jêder: Hevbendî