Di bombebarana Rêjîmê ji Gundên Idlibê re 42 Sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê Ihsim li gora ko çalakvanan ragihandin 23 kesan, ji nav wan 8 zarok û 7 jin, jiyana xwe ji dest dan,. Lê hê jî xelk li kesên ko di nav wêraniyan de mane digerin û çalakvanan zarokek sax derxistin.
Herweha 19 sivîlan ji nav wan 6 zarok û 2 jin li zeviyekê li Seraqib li ber durêka Kefer Emîm ji encama êrîşeke asîmanî jiyana xwe ji dest dan, ew ji niştecihên Seraqibê ne ji yên ko ji tirsa bumbebaranê bi bal zeviyan de derbider bûne.
Herweha rêjîma Esed bi mebest dîsa Nexweşxaneya Oryent li gundewarê Cisir Elşixûr amanc kir, û wêraniyek pir tê de çê kir, herweha alavên bijîşkiyê jî ziyan giha wan û bi evê yekê Nexweşxaneyê kar bi tekûzî rawestand.Wek ko birêvebiriya Tenduristiyê di desthilata demkî de ragihand, herweha got”Nexweşxaneya Oeryent rajeyên bijîşkî û yên tenduristî pêşkêş dike û ji bo 150 000 xelk herdem rajeyê dike, û ev cara pêncan e ko çeteyên Esed bi firokên cengî wê bombebaran dikin. ”
Jêder: Hevbendî+Simart