Daxuyaniyek Rojnamevanî
Xalid Elsalih
Serokê Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikaberiya Sûriyê
22-09-2014
Duhî, hêzên Esed nexweşxaneya Elşefa li bajarokê Ihsim li Çîyayê Elzawiyê li Idlibê bi mûşekeka boşayî armanc kir, û li gor tora Sûrî ya mafên mirov ku ji encamê10 kes şehîd bûn û di nav wan de hin kadroyên pizêşkî jî hebûn.
Em di Hevbendiya Niştimanî de vê tawanê şermezar dikin, ji ber evkar derçûn e ji rêkeftina Jinêf ya taybet bi parastina mafên mirov yên serekî di şeran de, û li bîr tînin ku ev riftarekî stratîjî ya rêjîma Esed e, ku vê siyasetê bi program pêktîne, di tevahiya navçeyên Sûriya de ji destpêka şoreşê û heta niha, ku bi mebest dibîstan û nexweşxane û mizgeft û xalên nojdariyê û ambargehên hawarçûnê û xanî û avahiyên nişteciyan bombebaran dike.
Dubare Hevbendiya Niştimanî daxwaza pirçekirina Artêşa Azad dike, nemaze piştî ku wezîrê derve yê Amerîka tekez kir ku civaka navdewletî şaşî kir dema ku bo maweyê du salan, artêşa azad bi tenê hêlan di berhingariya terorê de, herwiha Hevbendî balê dide li ser pêwîstiya berferkirina biryara piştgiriya rikaberiya miyanrê bi aweyekî ku dana çekên coreyî bi xwe ve bigire yên ku artêşa azad pêdivî wan da parastina welatiyên sivîl bike, û herwiha bê alîkirina firokên rêjîmê bike, û dijberiya terorê ya ji rêjîma Esed û rêxistina DAIŞ pêktê, bi aweyekî ku piştgiriya şoreşa gelê Sûriya bête kirin.