Rêxstina huzubulaha tîrorist, piştrast kir kuştina serkirdeyekî xwe yê serbazî û yekek ji pişkdarên di kuştina Sûriyan de “Besam Tebace” yê ku hatî kuştin di şerên ceyroda Qelemon de bi destê artêşa Sûriya azad, herwiha ku 14 hevalên din yên Tebace hatin kuştin, û jimara kuştîyên melîsên huzubulah derbasbûye ji hezarekî li gor jêderên şopîner. û tê zanîn ku Tebace ev 4 heyvên pişkdariyê dikê di şerên di Sûriya de wek serkirdeyekî giropeka mezin.
Li hêleka dîtir şer û pevçûn berdewamin di navbera hêzên Beşar Elesed û artêşa sûriya azad de li perên taxa Cober rojhilata Şamê ji rexê Meydana Ebasîyên ve, hemdem digel topbarankirina taxê navhatî bi fîrok û hawinan, herwisa bi heman şêweyî şer û pevçûn rûdan di navbera herdu aliyan de li derdora Taxa Tişrîn ji rexê Mizgefta Elridwan ve li bakurî rojhilat.
Dîsa hindek gulleyên hawinan ketin li ser taxa Elqesah û Babtûma li Şamê bê ziyan.
Duhî bi şev hêzên Elesed rabûn bi hilmeteka lêgeryan û desteserkirinê li Taxa Elmeydan ku têde hindek ciwanên wê taxê desteserkirin, û du sivîl şehîd bûn û pênçê dîtir birîndar bûn ji egerê topbarankirineka esmanî li ser bajarê Zebedanê li devera Qelemon li gundewarê Şamê, û li gor ajansa Smart ku “firokan du bermîlên teqîner avêtin li ser avahîyên nişteciyan li taxa Elmeheta, di navrasta bajarê Zebedanê de, ku du sivîl bûn qurbanî û 15 dîtir birîndar bûn, ku hatin veguhestin bo nexweşxaneyeka Meydanî ya nêzîk”.
Di vê navbirê de 6 sivîl birîndar bûn bi êrîşeka firokên cengî ser devera Elşîfoniya, herwiha pevçûnek li bajarê Milêha çêbû di navbera hêzên Beşar Elesed û Artêşa Sûriya azad de bê ziyan.
Çavkanî (Hevbendî +Smart).