Artêşa Azad li taxa başûr li bajarê Busra Elşam bi hêzên Esed re bi hev ket, di şer de Artêşa Azad girt ser bargehek hêzên Esed li taxê ,hejmarek ji serbazên wî kuştin û dest danî çek û bumbe û fîşekên tê de.
Herweha pevçûnin dijwar di navbera Artêşa Azad û serbazên Esed li kêlekên taxa” Menşa”. Li hember wilo firokên Esed bermîlên teqîner bi ser bajarê Newa de avêtin û di encamê de 4 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn. Ji aliyekî dî ve 2 kes li bajarê “Dail” li Dera ji ber bermîlên teqîner ku hêzên Esed bi ser bajêr de avêtin şehîd ketin û hin kes birîndar bûn.
Di wê navê re zêdetirî 15 kesên sivîl li gundewarên Qunêtra ji ber topbarankirina deverê ji aliyê hêzên Esed de birîndar bûn, û serbazên Esed taxên Der´a Elbeled jî topbaran kirin bê ku tu kuştî û birîndar bikevin.
Jêder: Hevbendî – komîtên Hevrêziyê.