Bêhtir ji 11 serbazên Esed hatin kuştin di şer û pevçûnên dijwar de, di navbera artêşa Azad û hêzên Esed de li taxa Cober li Şamê, û li bajarokê E´în Minîn li gundewarê Şamê, şer û pevçûn di navbera artêşa Azad û hêzên rêjîmê de qewimîn hevdem bû ligel gulebarankirina bajarokê navhatî bi çekên giran ji bal hêzên Esed. li aliyekî din û li bajarê Erbînê û ji encama êrîşeka asîmaniya hêzên Esed 4 kes ji yek xêzanê şehîd bûn. herwiha bajarê Elzebedanê li Xote rastî êrîşeka hêzên Esed hat bi bermîlên teqîner ku bû egerê şehîdbûna afretekê û birîndarbûna hin kesên din. hevdem ji encama êrîşên asmanî yên firokên Esed li ser bajarê Dûma û bajarê Hemoriya li gundewarê Şamê, hejmarek kes birîndar bûn û birînên piraniya wan giranin. û herwiha bajarê Dareya jî rastî gulebarana topên Esed hat. Li aliyekî din îro; Bereya Elnusra ragihand, ku di rojên bê de wê dest bi oparasyoneka leşkerî bike bo kontrolkirina gundên Navçeya Elqelemon ya sinorî, û di daxuyaniyekê de hoşyarî da Hizubleha terorist ji pişkdariya şerê li hember bereya Elnusra û got ” wê gavê, emê neçar bibin dîlên li rex xwe bikujin”, û li gor ajansa Anadol ya dengubasan ku daxuyaniya Elnusra bang li pêkhateyên olî yên libnanî dike û têde hatiye ” we agehdar dikin ku oparasyona me ya serbazî ya di rojên bê de ku xudê bêje erê wê destpê bike ji bo rizgarkirina gundên Qelemon, û hoşyariyê didin ku tevlîbûna kurên wan di şer de li aliyê dijmin, tê bi wateye ku hûn bi destê xwe zarokên xwe yên li rex me dîl didin kuştin,”
Jêder: Hevbendî + komîteyên hemahengiyê+ ajansa Anadol