Di encama ketina bermîleke teqîner de ku balefirên hêzên Beşar Esed bi ser gundê ” Rîhaniyê” di çiyayê Turkman de li Gundewarên Laziqiyê de avêtibû, 6 zarok û jinek şehîd ketin û hejmarek dî birîndar bûn. Ji hêleke din ve balefirên Esed 5 êrîşên azmanî bi ser gundin li Gundewarê Laziqiyê de birin, sê ji wan gundên li çiyayê Turkman armanc kirin, yek ji wan gundê ” Şehrûra” ye ,yê din bajrokê “Kensba”, û ya dawî riya gundê ” Rebîha” nêzî Xan Elcoz armanc kir bê ku ziyan bên tomarkirin.
Di wan navan re, hêzên Esed bi bumbeyên tangan gundên ” Sikeriyê, Xemam, û Kendîsiyê ” ji wargehên xwe li Burc Elsolas armanc kirin. Êrîşeke dî ji gundê ” Kefriyit Eltehta” bi bumbeyên Hawinê riya Rebîha nêzî Avbenda Bradon armanc kir.
Jêder: Smart