Li devera Ceyrûda Qelemon ser bi gundewarê Şamê ve pevçûn çêbûn di navbera Artêşa Sûriya Azad û hêzên rêjîma Elesed û melîsên Huzblaha tîrorist de,û li derdora bajarokê Milîha jî li Xota Şamê pevçûn çêbûn di navbera Artêşa azad û hêzên rêjîmê de.
Bi tenkan hêzên rêjîmê bajarokê Tîbe û herdû rêbendên Habîl û elmiesker li gundewarê Şamê topbarankirin û bû encamê birîdarbûna bi dihan kesan.
Herwiha ji encama bombebarankirina firokên Elesed li ser bajarokê Zibdin çendîn sivîl Şehîd û birîndarbûn û li heman dem de welatîkî sivîl şehîdbû û çendê dîtir birîndarbûn ji encama êrîşeka esmanî li ser bajarokê Artaya ser bi gundewarê Şamê.
Gelek ziyanên madî ketin ji egerê avêtina firokên Elesed bermîlên teqîner bi ser doruberê Xan Elşîh de.
Jêder: hevbendî +komîteyên hemahingî