” Artêşa Elmicahdîn” duhî, sazgeheke sûtemeniyê ya serbazî li nêzîk bajarokê Xan Toman li gundewarê başûrê Helebê kontrol kir, ku hêzên ” Artêşa Elmucahdîn” rê li pêş hêzên Esed girtin dema hewl didan derbasî gund bibin, û di encama wî şerî de jimarek ji serbazên Esed hatin kuştin, û sazgeha Sûtemeniyê ji dest hêzên Esed hat derxistin, û jikarxistina tankeke hêzên Esed di wa pevçûnan de. herwiha li bajarê Helebê jî, şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de rû dan li herdû aliyên dora Kelha Helebê û taxa Bustan Paşa, û li Taxa Elqele´cî û ji egera ketina Topeka hawinan, hejmarek kesên Sivîl birîndar bûn, û herwiha Firokên helîkopter bermîlên teqîner avêtin bi ser taxên Elmiwaselat Elqedîma û Qadî Esker û Kerem Homid û Bab Elhedîd û Mesakin Henano, bê tişt bi kesî bê. Di heman demê de hêzên Esed herdu navçeyên komlgeha Elzehra û gereka Elhilwaniyê bi avêştokên mûşekan û bi guleavên giran toparan kirin. û sê kes şehîd ketin û 8 birîndar bûn ji egera topbarana gundê Til Qerah li gundewarê rojhilatê Helebê. Herwiha jinek û zarokek şehîd bûn ji encama avêtina helîkoptereke Esed bermîleka teqîner bi ser devera ElŞêx Necar, û du kes şehîd ketin û hejmarek birîndar bûn bi sedema ketina bermîleka teqîner bi ser bajarê Til Rifet. Hevdem bû di gel êrîşa hêzên Esed bi Mûşekên Valahiyê li ser bajarê Endan li gundewarê Helebê.
Jêder: Tora Şam + Smart + Hevbendî