Îro, li Xota rojhilat, û piştî şer û pevçûnên dijwar bi hêzên Esed re, şoreşgeran bajarokê Eldixaniya bi yekcarî kontrol kir, û hin jêderên meydanî nûçeya dîlkirina 40 serbazên Esed ku di nav wan de hin efser jî hene tekez kirin. ev çende hevdem bû ligel operasyoneka”Coreyî” ya artêşa Azad li ser çendîn rêbendên navçeya Xota, ku 16 serbazên Esed li ser rêbenda “Elkebas” hatin kuştin, û di heman demê de, şoreşgeran rêbendên Cermana yê yekemîn û yê Eldiwêli´ha û Bab şerqî armanc kirin, li hember hêzên Esed pasevaniyên xwe yên ewlekarî pir kirin li ser rêbendên xwe yên leşkerî li navçeyên rojhilat û bakurê Şamê. têzanîn ku heta êvara duhî , hejmara êrîşên asmanî li ser bajarê Eyn Terma li Xota rojhilat gihiştin 19 êrîşan, tevlî armanckirina bajarê navhatî bi 3 mûşekên zemîn- zemîn, herwiha li gora tora Şam ku bajarokê Eldixaniya jî rastî 6 mûşekan hat, û li gor ajansa Smart ku ev şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de hevdem bû ligel gulebarandina hêzên Esed ji taxa Tişrîn re bi hawinan ji destpêka beyaniya îro û heta niha, , û herwiha da zanîn ku li bajarokê Misraba, sivîlekî jiyana xwe jidest da, dibin êşkencê de piştî girtina wî bo maweyê sal û nîvekê di girtîgehên rêjîma Esed de li Şamê.
(Jêder: Hevbendî)