Şoreşgeran Firokeke Hilîkopterê “bi Bermîlên teqînok barkirî bû” ji asîmanê Firokxaneya Alneyreb ya leşkerî Devergundê Helebê anîn xwarê, li gora Toreya Şam ya nûçeyan.
Şervanên “Aniya Ansar Aldîn” doh êvarê bi mûşekeke dijî Firokan ya ko çêkirina xwecihî ye, hêlîkopterek di dema rabûna wê ji firokxaneya neyreb ya leşkerî armanc kirin û xistin.
Ev buyer çêbû piştî çend demjimêran jiragihandina çend Alayên leşkerî damezirndina “Aniya Ansar Aldîn”ya serbixwe li Devergundê Helebê yên başûr, bi amanca yekirina rêzan li dijî hêzên Beşar Alesed.
Herweha çend endamên Alşebîha jî hatin kuştin di pevçûnên ko di navbera wan û Aniya Islamî de li taxa Heleba Kevin çê bûn, gava xwestin ko derbasî koçka Dadîyê ya Herêmê bibin, di eynî demê de Rêjîmê Bermîlên teqînok bi ser taxên Helebê û derdora wê de avêtin.
Ji hêleke din ve rêveberya Buhêrka” Bab Alhewa” ya sînorî, roja înê ragihand, ko wê roja yekê ji cejnê Buhêrk bi tekûzî girtî be. Fermanberiyê di agahdariyekê de got: Ewê roja yekê ji cejnê Buhêrkê bi tekûzî bigirin lê roja duduyan û ya sisêyan wê li ber xelkê vekin, bê ko destûra samanên bazirganiyê bidin.
Li gora agahdariyê karê Buhêrkê piştî cejnê dê xwezayî dest pê bike, ji bo pêşwazîya Rêwiyan û Kamyon û Barên bazirganî ji her du aliyan ve.
Jêder: Hevbendî û Smart