Daxuyaniyek Ragihandinî
Li ser dirêjahiya 100 rojî, firokên Rûsî di êrîşên xwe yên hovane de li ser bajar û bajarokên Sûrî berdewam in, 1730 şehîd tê de ketin, di nav wan de 135 zarok û 115 jin, û 29 nexweşxane û navend û bi dehan dibistan û perestgeh û saziyên jêrxaneyê hatin wêrankirin.
Behaneya şerê tirorê ku hikûmeta Rûsî pê êrîşî Sûriyê û xelkên wê dike, ji rojên yekê de diyar bûn dema ku dagîrkeran kuştarên xwe derheqê sivîlan de pêk anîn, û ji eslê 12 Hezar êrîşî ku dagîrkeran bumbeyên goşî û fosforî û sarûxên valahiyê bikar anîne, 94% ji êrîşan wargehên sivîl û Artêşa Azad armanc kirin, di heman dema helmeta ku bû sedema koçkirina bêtir ji nîv melyon Sûrî ji malên wan li Gundewarên Laziqiyê û Hums, Heleb, û Hema, û ev yek rewşa êrîşê û armancên wê diyar dike.
Nema ji Civaka Navdewletî tê qebûlkirin, û bi taybet girupa dostên milletê Sûrî ev bêdengiya han derbarê berdewamiya êrîşê û bilindbûna hejmara qurbaniyan, û ev yek dijî ku Rûsya endamek berdewam di encumena Ewlehiyê de ye, û li ser biryara nemre 2254 ku doza rewstana armanckirina sivîlan dike deng daye.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî pirsyariya siyasî, qanûnî, û Exlaqî derbarê qurbaniyên ji ber êrîşan dikevin davêje ser millê Rûsya, û doza kişandina hêzan bi şêweyek yekser jê dike, û rêzê li vîna gelê Sûrî bigire, di destnîşankirina çarenûa xwe de, û hilbijartina sîstema xwe ya siyasî, dozê li Encumena Ewlehiyê dike ku bi erkê xwe derbarê binpêkirina yasaya navdewletî ji hêla Rûsya û binpêkirina belgeya mafê mirovan rabe.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî
7 Çileya Paşîn/ Yenayer2016