Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di dema hewl didan xwe ji bombebarankirina firokên rêjîma Esed li ser xaniyên wan li bajarokê Soran li gundewarê Hema rizgar bikin, firok carek din vegeriyan û koçber armanckirin li ser riya koçbarkirinê, ku ev tawan dide eşkerekirin ku kuştina sivîlan tê di serê armanc û pîlanên rêjîma Esed de.
Raportên tên didin xuyakirin ku hêjî hilmetên firyadhatin û hawarçûnê berdewam in, û dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe, hevdem ku “Encûmena Hema ya Azad” bangewaziya hewarhatinê ragihand û daxwaza piştgiriya pêwîst ji bona vehewandina bi dehên hezaran ji koçberan kir, û herwiha dirustkirina odeya rewşa awarte ya hawarhatina koçberan ragihand.
Dibe ev tawan û bi hezaran tawanên din di derheqê xelkê Sûriyê de nehatiban pêkanîn, heger ne ji ber kêmxemiya civaka navdewletî ba, ya bûye roniya keseka ku rê li pêş rêjîma Esed vedike da bi berferehî berdewam be di kiryarên kuştin û koçbarkirinê de.
Hevbendiya Niştimanî vê tawanê şermezar dike, ya di çarçovê pirojeyekê sertaserî de tê, bi armanca valekirina hin navçeyên destnîşankirî ji nişteciyên wê bi rêka bombebarankirina hovane.
Hevdem ku ji dewletên dost û bira helwest û rêşûnên piraktîk tên xwestin, ji bona rawestandina serjêkirina xwînawî ya li Sûriyê li ser destê rêjîma Esed dibe, herwiha ji van hikûmetan tê xwestin bi erkên xwe rabin, nemaze piştî ezmûna tal ya têde xwîna bi sed hezaran xelkê Sûriyê hatî rijandin û têde hat selmandin ku NY nikare aştiyê û aramiyê biparêz e, dibe ku çavên xwe ji rêkeftinan girtiye, bi fişarên dagîrkariyê û rêjîma bindestî wê, ku ev yek nakok e ligel piransîpên mafên mirov, û berovajî biryarên wê bi xwe ne.
Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
1 êlûn 2016