Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hilîkopterên Esed bermîlên teqîner avêtin li ser heryek ji taxa Elşe’ar li Helebê û bazara bajarê Babê li gundewarê Helebê, û ligor heryek ji Navenda Ragihandina Helebê û Nexweşxaneya meydanî ya bajarê Babê, nêzîkî 60 sivîlî hatine şehîd kirin û bidehan sivîlên din birîndar bûne, ku rewşa hinan ji wan metirsîdar e û hatine veguhestin bo naxweşxaneyên meydanî yên nêzîk.
Ev êrîşên tawankarî hevdem tên ligel şikestinên berdewam yên hêzên rêjîmê li ser eniyên şer ku bi saya xwedê nîşanên rûxandina wî ya nêzîk e, herwiha tên wek hewleka tolvekirinê ya bêhûde, tevlî şikestina sercem alavên kuştin û wêrankirina hovane yên rêjîm di derheqê Sûriyan de û bikaranîna mûşek û bermîlên teqîner û çekên kêmyawî û li vê dawiyê bikaranîna mayînên deryayî û bikaranîna Siyaseta qada şewitî.
Hêjayî gotinê ye ku alîkara sikirtêrê giştî ya Netewên Yekgirtî bo hemahengiya alîkariyên mirovî; Valîrî Amos pêr di raporta xwe de aliyek ji bobelata rêjîma Esed aniye bi serê Sûriyê di van salên bûrî de da xuyakirin û herwiha rexne li Encûmena Asayîşa Navdewletî kirin” bi sedema şikestina wê di danîna sinorekî ji kirîza Sûriyê re”, herwiha daxwaz jê kir bi “derxistina biryareka navnetwî bo sizakirina kiryar û berpirsên binpêkirinan û pêşkêşkirina wan bo dadgeha tawanên navdewletî”, ku herdem me hişyarî daye li ser metirsiya derengxistina vê yekê.
Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ku her tawanek tê encamdan ji aliyê firokên Esed yekser ji encamê têkşikestina Civaka Navdewletî ye di sepandina navçeyek tenah bo rêgirtinê li rêjîma Esed, herwiha ku pêwîste bi zûtirîn dem Hevpeymaniya Navdewletî îstratijya xwe dubare berçav bike û çaksazkirina şaşiyên serekî bike û rêjîma Esed têxe di serê lîsteya xwe de ji ber ku ew xwedîker û rêvber û çavkaniya terorê ye.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
30 gulan 2015