Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê silavan ji xortên Siwêda re dişîne, yên ko pişta miletê xwe digirin û hewldanên Rêjîma Esed yên Leşkerkirina wan bi çeteyên wî re red kirin.
Hevbendiyê tekez kir ko bangawaziyên Hêzên Niştimanî û yên Xortan li Gundê Selxed, Qireya, Irman, Elcinênê û Elxariba der barê redkirina leşkeriya neçar û liberxwedana bi xurtî li dijî wê, ew derbirrîna hestê Niştimanî ye, yê ko li hemû Parêzgehan geş dibe. Herweha redkirina hewldanên Rêjîmê ye ko dixwaze Sûriyan di wêrankirin û tundiyê de bêtir beşdar bike.
Ev helwesta xelkên Siwêda û Çiyayê Ereban planên Rêjîmê û Çeteyên Hizbullah têk dibe. Hem hevgirtina Niştimanî xurtir dike, da bibe bingeha liberxwedana dijî tundiya Rêjîmê û tawankariyên wê yên ko di derheqê hemû Sûriyan de dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
21.Çêriya Paşî .2015an