Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşiyê li lehengên artêşa azad dike li ser rizgarkirina bajarokê “Elra’î’ û xelkê wî ji zilma rêxistina “DAÎŞ” ya terorîst li gundewarê bakurê Helebê.
Hevbendî pabendiya hêzên opozisyona Sûriyê bi rizgarkirina hemû navçeyan ji dest rêxistina terorîst û vegerandina wan navçeyan bo navçeyên rizgarkirî tekez dike, hevdem digel rûbirûbûna wê ji tawankariya rêjîma Esed û milîs û hevalbendên wê re.
Ku rizgarkirina “Elra’î” rengvedaneke ji îradeya xelkê Sûriyê yê ji bona rizgarkirina welatê xwe ji terorê ya hevpara sereke ya rêjîmê ye, û palpiştê wê yê ye bo belavkirina ajawegeriyê û wêrankirina Sûriyê û cudakirina xelkê wê, û bi saya xwedê di rojên pêş de wê gelek pêşketin çêbibin.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji Birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û xelkê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
17 tebax 2016