Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kûraniya hestên xwe li gel miletê libnanî yê bira di va bûyera mezin de tîne ziman, û germtirîn sersaxiyên xwe ji malbatên qurbaniyên di teqîna tirsnak de yaku li bendera Beyrûtê bûye û ji ber wê canê xwe ji dest dane pêşkêş kir, û lavên saxlemiyê ji tevaya birîndaran re dike.
Rawestana li kêlek gelê Libnanî erke li ser mile herkesî namaze gelê Sûrî, û em ji wan hêvî dikin ku çi alîkarî û piştgirîyên pêkan hebin pêşkêş bikin.
Îro gelê Sûriyê bi birayên xwe yên Libnanî re di vê ezmûna tal û bi êş beşdar e, û ew helwestên mirovahî û pak ji aliyê hejmarek mezin ji Libnaniyên ku berê û niha li kêleka gelê Sûriyê sekinîne tînin bîra xwe.
Em ji bira û dostan daxwaza alîkariyên pêwîst ji Libnanê re dikin, daku ji bin bandora vê karîsetê zû derkeve, bi taybet ku ev bobelata di dema rewşeke aborî ya pir dijwar de hat, ya heye ku bandorên teqînê mezintir bike, û em bi hêvî ne ku ev welatê bira zû vê astengiya tirsnak derbas bike.
Aştî ji bo Libnanê û saxlemî ji libnaniyan re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
05 tebaxa 2020