Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Mafê derbirînê mafekî gewherî ji mafên mirovan e, ew jî yek ji xwestekên sereke yên gelê Sûriyê ji bo wan bi şoreşa xwe rabûne ye.
Hevbendiya Niştmanî ya Sûrî tekez dike ku ji ti alî an alavekê ji alavên ragihandinê nexwestiye -nejî pêkane bixwaze- ti nivîsên rojnemevanî piştî belavbûnê rakin, çendî asta rexnê têde bilind be jî, ji ber baweriya hevbendiyê bi azadiya peyvê li gel tekeziya li ser berpisyariya peyvê û pêwîstiya piştrastbûnê berî agahî bêne belavkirin, û parastina duristiyê û piştgiriya dozên gelan ji bo bidestxistina azadî û rûmetê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
18 çirya pêşî 2020