Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Her pȇșketinek ji șoreșgeran re çêdibe, Hȇzȇn Esed bi operasyonin tolhildanê sivȋlan armanc dikin, ȗ dixwaze di riya van kiriyaran re tȇkçȗnȇn xwe ȗ milișiyȇn pȇ ve girȇdayȋ ne wenda bike, ȗ ev yek di ȇrȋșȇn ȋroj de dȗbare kir , ȗ ji bȇdengiya Civaka Navdewletȋ ȗ mijȗliya deverȇ bi șerȇ dijȋ tirora rȇxistina dewletȇ fȇde dike, ȗ herweha pȇșxistinȇn herȇmȋ yȇn dawȋ ku li Yemen çȇdibin, ȗ pȇ re tawankariya xwe derheqȇ sivȋlȇn Sȗrȋ di riya bikaranȋna çekȇn qedexekirȋ ji aliyê navdewlet ve zȇde dike.
Ȗ di gefek beloq de ji Civaka Navdewletȋ ȗ biryarȇn Encumena Ewlehiyȇ re, rejȋma Esed ȗ piștȋ rojekȇ ji armanckirina bajarȇ Biniș bi xaza jehirdar, ȋroj bikaranȋna Xaza Kilorȇ di cara didwan de di nava hefteyekȇ de li bajarȇ Sermȋn li Gundewarȇ Idlibȇ bikar anȋ, di encamȇ de hejmarek kesên ketin rewşa xeniqandinȇ di nav xelkȇ de çȇbȗn ȗ hatin veguheztin ber bi xalȇn tendirustȋ yȇn meydanȋ ve. Herweha rejȋma Esed kuștarek nȗ li Der`a Elbeled vȇ nivroyȇ bikar anȋ dema ku malȇn sivȋlan bi firokeyȇn cengê bumbebaran kirin, ȗ di encamȇ de 15 șehȋd ȗ bi dehan birȋndar ketin.
Guhertin ȗ gelemșeya mezin ku li deverȇ çȇdeibe ȗ tirora ku tȇ de fireh dibe, nema pirsyariya çavdȇrȇn wȇ ji rȇxistinȇn tirorist e, ȗ di serȋ de rejȋma Esed, lȇ ew encama neguhdana Civaka Navdewletȋ ȗ pașgukirina tawanȇn rojane derheqȇ Sȗryan de ye.
Di dema ku em vȇ armanckirinȇ bi tundȋ șermezar dikin, di heman demȇ Civaka Navdewletȋ di ber tȇkçȗna rewșa Sȗrȋ de dibȋnin berpirsyar, em daxwaza deverek aram bo parastina sivȋlan bi lez dikin, em destȇ șoreșgeran li Bakur ȗ Bașȗr digrin bo rȇzgarkirina xaka mayȋ ji Sȗrȋ, ȗ rihakirina sivȋlan ji tawanȇn Esed ȗ milișiyȇn rejȋma Iranȋ yȇn pȇ ve girȇdayȋ, ji ber ew di van rewșȇn xirab ȗ piștberdana navdewletî ji mafȇn milletȇ Sȗrȋ re ȗ armancȇn wȋ di azadȋ, dadwerȋ, ȗ rȗmetȇde hȇvȋ ne.
Salim El – Mislit
Berdevkȇ Fermȋ Bi Navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
26 Adara 2015