Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî bi tundî bikaranîna rêjîma Esed ji gaza kilorê û armanckirina bajarê Sermînê carek din di demjimêrên pêşiyê ji berbanga îro şermezar kir, ku bû egerê birîndarbûn û bihinçikandina xelkên wê deverê, ku hatin veguhestin bo xalên pizîşkî yên meydanî, herwiha Hevbendiya Niştimanî komelkujiya Der’a Elbeled li êvariya îro bi firokên şer yên rêjîma Esed û topbarankirina avahî û xaniyên sivîlan şermezar kir, ku bû sedema şehîdbûna 15 kesan û birîndarbûna bidehan kesên din, û ev komelkujî dîtin wek bersivdaneke terorî û tolvedanê ji rev û şikestina hêzên xwe ya duhî di Busra Elşam de li ser destên lehengên artêşa Azad.
Elmislit got: “Em li pêşiyê û li dawiyê bi destên şoreşgeran digirin, bo rizgarkirina tevaya xaka welat û ruhakirina sivîlan ji tawankariyên Esed û mêlîşeyên Iranê, ku bi tenê hêviyên me bi şoreşgeran hene li hember xemsariya Civaka Navdewletî derbarê maf û armacên gelê Sûriyê di azadî û dad û rûmetê de”.
Elmisilit balkişand ku rêjîma Esed “li hember pêşketina şoreşgeran bi kiryarên tolvedanê bi armackirina sivîlan dirabe, ew bi vê yekê hewl dide bo şikestinên xwe û mêlîşeyên xwe bi tolhildanê veşêre, ku vê beyaniyê dubare dest bi êrîşan kir, bi qazinckirina ji baredoxên bêdengiya Civaka Navdewletî û mijûlbûna deverê bi şerê dijî terora DAIŞê, tevlî pêşhatên herêmî yên vê dawiyê li Yemen, ku bûn delîve ji Esed re bo zêdekirina tawanên xwe li dijî sivîlan û bo bikaranîna çekên qedexekirî”.
Elmislit diyar kir ku ev êrîş binpêkirin e ji biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re û ” rûbirûbûnek eşkere ye ji Civaka Navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariyê re ku di heftiyekê de eve duwemîn car e êrîşî bajarê Sermînê dike, piştî rojekê ji armanckirina bajarê Biniş bi gazên jehrdar”.
Elmislit diyar kir ku “guhertin û tevlîheviya berbelav li deverê, û berferhbûna terorê, ku berpirsyaretiya xudankirina terorê ji aliyê rêjîmên terorîst dibe û di pêşiyê de rêjîma Esed, lê herwiha civaka Navdewletejî berpirsyar e ji encamên xemsarî û çavgirtina wê ji tawanên rojane yên di derheqê Sûriyan de”.
Jêder:Hevbendî