Di daxuyaniyekê de sikiretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya kurd ragihand ku ew nepabend e bi civînên Lêvegera Siyasî yên ku aliyek bi tena xwe daxwaza wan dike, û mercê amadebûna hejmara yasayî ligor sîstema bingehîn ya lêvegera Siyasî, ku divê ne kêmî rêjeya 75% ji endamên Lêvergerê be pêk nayne.
Sikiretariya giştî diyar kir ku TEV-DEM berdewam e di helwestên xwe yên astengî û rêgiriyê li pêş cîbicîkirina Rêkeftina Dihokê, û berdewam tekest û giyanê rêkeftinê ligor berjewendiyên xwe yên taybet binpê dike, bê rêzgirtin û berçavgirtina piransîpên hevpariya Siyasî û meydanî ya aliyê dîtir yê rêkeftinê ku ew jî Encûmena kurdî ye, û derfetwergurtina ji bikaranîna navê Lêvegera Siyasî ya Kurd di warên navxweyî û derve de bê ku ew tişt ji mafê wê be.
Herwiha di daxuyaniya Sikiretariya giştî de hat “di dema ku Encûmena Niştimanî ya Kurd rijd e li ser pabendiya xwe bi yekhelwest û yekrêziya kurd, bi rêka pêkanîna bendên rêkeftina Dihokê û pêkanîna hevpariya resteqîne di hemû warên siyasî û leşkerî û kargêrî de dûrî ezîtî û kontrolkirinê, di heman demê de ji TEV-DEMê dixwaze ku xwe di ser tiştên ku yekrêziya kurdan ji hev dixe re bibîne û xwe dûrî zalbûn û ezezîn û tekrewiyê bike”.
Hêjaye gotinê ku Encûmena Niştimanî ya Kurd çalakiyên xwe di Lêvegera Siyasî ya Kurd de rawestandin, bi sedema nepabendiya TEV-DEMê bi xalên rêkeftina Dihokê yên di navbera herdu aliyan de hatiye imza kirin di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê.
Jêder: Hevbendî+ daxuyaniya Sikiretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî.