Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rijêma Esed berdewam e di mandelkirin û redkirina hebûna çi nexweşekî bi virosa Korona li Sûriyê ta niha, lê di dema ku sînor vekirî ne, li pêşiya endamên milîsên mezhebperest ên ji devereke ku nexweşiya Korona lê pir berbelav e mîna Îranê tên; pir dijwar e ku mirov karibe bawer bike ku Korona li Sûriyê tune ye, bi taybetî di dema hilweşîna sîstema tenduristî li welêt, û di dema hebûna agahiyan ji gelek jêderan li ser berbelavbûna nîşanên wê nexweşiyê di nav endamên rijêmê û milîsên îranî de.
Metirsiya belavbûna virosa Korona ne tenê li nav sivîlên deverên di bin kontrola rijêmê de ye, lê belê metirsî pir mezin e di nav girtiyên di zindanên rijêmê de yên xeleka herî lawaz in, wêneyên Qeyser nimûneyinin piçûk in ji rewşa berdewam a di girtîgehan de ji kêmanî ji sala 2012an de, û hîn jî rijêm berdewam e di siyaseta bêparkirina girtiyan ji xwarinê û guhdana pizîşkî û avahiyên pêwîst, û wan dihepişîne zindanin teng, û di binpêkirina mafên wan de bi hemû awayan berdewam e.
Herweha işkencekirin û bidarvekirina ji dervî yasayê, û rewşa pir xerab di zindanan de dibe sedema mirina bidehan rojane, û eger viros derbasî wan girtîgehên mişt mirov bibe, em dê beramberî bobelateke pir tirsnak bin, û heye ku rijêm wê yekê ji bo kuştina girtiyan bikar bîne, û ev yek perpirsyariya yekser datîne ser milê saziyên navdewletî yên têkildar.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku fişarên awarte û yekser li ser rijêmê di vê qonaxê de bisepîne, ji bo dabînkirina derbasbûna tîmên Heyva Sor a Navdewletî bo zindanên rijêmê, ji bo şopandina rewşa girtiyan û şêweyê jiyana wan di girtîgehan de.
Ji Netewên Yekbûyî jî tê xwestin ku fişaran bike ji bo rizgarkirina jiyana bidehên hezaran ji girtiyan, û rêxweşkirina li pêşiya serbestberdana wan di nêzîktirîn dem de.
Deverên rizgarkirî û cihên derbiderbûnê û kamp hewcedarên alîkariyên navdewletî yên lezgîn in, di riya dabînkirina hewcedariyan û alavên parastina kesayetî ji kadroyên pizîşkî re.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî rewşê bi rengek berdewam û yekser û zelal dişopîne, û berê jî tevgera sivîlan rawestandibûn û xalên derbasbûna deverên di bin kontrola rijêmê de girtibûn, û Hikûmeta Demkî ragihandibû ku wê ew derwaz biyekcarî ji îro de û ta 15 rojên din girtine, tevlî rawestandina tevgera bazirganî ya di nav herdû aliyan de.
Ji saziyên mirovî û dezgehên bi ser NY ve û Saziya Tenduristî ya Cîhanî û Xaça Sor a Navdewletî tê xwestin ku bi erkê xwe dermafê gelê Sûriyê rabin, tevlî sepandina fişaran li ser rijêmê ji bo şopandina rewşa tenduristî ya têkildar bi berbelavbûna viros li ser xakê û ji nêz ve.
Dezgehên tenduristî yên bi ser Hikûmeta Sûrî ya Demikî ve, hewcedarî piştgiriya navdewletî ya lezgîn in derbarê haziriyên xweparastina ji viros, tevlî alîkariyên ji bo dabînkirina odeyên hêwirandinê yên cudakirina demikî ji nexweşên ku heye çêbibin, û dabînkirina qebareyin yedek ji dermanan û alavên pakkirina deveran ji viros û dermankirina tevaya nexweşxane û deverên tenduristî.
Tevaya gelê Sûriyê ji hemî deveran vexwendî ne ji bo serederiya bi vê nexweşiyê re bi rengekî pir cidî, û kêmkirina çalakiyên civakî bo kêmtirîn ast, û cîbicîkirina şîretên pizîşkî yên naskirî, û sistiyê di cîbicîkirina van şîretan de nekin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
18 adar 2020