Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi tundtirin peyv Hevbendiya Niştimanî armanckirina sê xwendingehan li bajarokên Encara li gundewarê Helebê li beyaniya îro şermezar dike, ku ji encamê 35 kes şehîd ketine, piraniya wan zarok û mamoste ne, tevî bidehên birîndaran ku birînên hinan gelekî giran in.
Hevbendî tekez dike ku ev tawankarî û tawankariyên din yên rêjîmê û hevalbendên wê, binpêkirinek eşkera ye ji biryara 2254 an re, ya di tekesta wê de hatiye, rawestandina bilez ji êrîşên li dijî sivîlan re, û daxwaza bizaveke bilez ji civaka navdewletî dike li dijî tawankariyên Rûsiya yên bêsînor li dijî jin û zarok û kalemêrên Sûriyê, hevdem tekez dike ku armanc ji reftara wê ya guncayî digel terora Esed her ji destpêka şoreşê de, her ew e şikandina vîna gelê Sûriyê û jinavbirina çareseriya siyasî ye.
Di dema ku em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku ev bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên rêjîmê û hevalbendên wê li dijî sivîlan û arzankirina xwîna wan, bi xwe bêşermî û bêrewştiyek e mirovî ya mezin e.
Hevbendî tekez dike ku ranegihandina şermezarkirinek xuya ji destdirêjiya Rûsiya re û çavgirtina ji kuştarên wê li dijî gelê Sûriyê, bi xwe piştgiya tawankariyê ye û beşdarî ye di astengîkirina çareseriya siyasî de û beravîtîkirina piroseya danustandinê ye berî destpêkirina wê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
11 Rêbendan 2016