Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Tişta niha li gundewarê bakurê Helebê dibe ji tawanên cengê yên dijmirov û koçbarkirina bikomel bi rêka encamdana êrîşên hovane yên rêjîma Esed û hevalbendên wê ji Rûs û Îraniyan û mîlîşên bêgane, bi awayekî eşkera sirûşta destêwerdana Rûsiya di Sûriyê de dide xuyakirin, ew destêwerdan bi armanca kuştin û koçberkirina sivîlan û dubarekirina bihêzkirina şiyanên Esed e, û bikaranîna piroseya siyasî ji bo veşartina tawankariyên wî, ku gelek nîşanên pirsê tên rojevê derbarê vê bêdengiya civaka navdewletî û dostên gelê Sûriyê li ser van tawanan.
Di dema ku em di Hevbendiya Niştimanî de van êrîşan şermezar dikin; hevdem em berpirsyaretiya kuştina sivîlên bêguneh têxin di stûyê civaka navdewletî û ya Mosko û ya dostên gelê Sûriyê de, û tekez dikin ku siyaseta qada şewitî wê nebe fişara sertewandina xelkê Sûriyê, lê berovajî, wê bibe fakterek mezin ku berdewam be di şoreşa xwe de heta pêkanîna armancên şoreşê, herwiha ku ev siyaset wê bibe sedema zêdebûna aloziyê û belavbûna terorê ya ku Misko wê gur dike bi armanckirina sivîlan û piştguhxistina lêdana DAÎŞê.
Lewra Hevbendiya Niştimanî daxwaza lidarxistina civînek awarte ji encûmena ewlekariyê dike ji bona şermezarkirina dijminkariya Rûsiya û standina pêgav û rêşûnên pêwîst bo rawestandina tawanên berdewam yên li dijî xelkê Sûriyê, ligor biryara 2254 ya encûmena ewlekariya navdewletî û bi taybetî bicihkirina herdû birgên wê 12 û 13, da rê xweş bike bona veguhestina siyasî ya ku biryar li ser hatiye dan di daxuyaniya Jinêv1 de, herwiha em pêşbînî dikin ku hikumrta Tirkiyê di zûtirîn dem de sînorê xwe bo pêşwazîkirina penaberên ji ber tawankariyên Moski û rêjîmê direvin veke, hevdem em hişyariyê didin li ser çêbûna qeyraneke mirovî ya nû di rojên bê de ji ber koçberkirina bi hezaran ji ber berdewamiya bobebarankirinê, ji ber ku 400 hezar sivîlên din di bin gefan de ne.
Diyare ku Rûsiya stratîjîyeka terora dewletê pêrew dike di qazinca desthilata zordest de, ku hîç guhertinek nayê çaverêkirin ji aliyê wê de, lewra berdewmiya kuştinê li ser biryara aliyên din ên civaka navdewletî dimîne, ku helawîstina piroseya siyasî dişopîne ya ku zehmet e destpê bike di bin siha van tawanên rojane de.
şoreşa Sûriyê bi tena xwe destpê kir bê ku muhletê ji kesî wergire û wê berdewam bimîne li ser vîn û baweriya xelkê xwe û rewatiya mafên xwe û li ser qehremanî û xweragiriya şoreşgerên xwe li hember hêzên şerxwaz .
Nivîsîngeha Ragihandinê
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
6 Reşemeh 2016