Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi xemgînî û bi dilekî bawer bi ferman û dadweriya Xweda, me nûçeya koçkirina dawî ya qiralê payedar Siûd Elfeysel bin Ebdulezîz Al Siûd bihîst.
Ez bi navê xwe û bi navê gelê Sûrî û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê sersaxiya Qiralê Siûdî Selman bin Ebdulezîz Al Siûd dikim û ji hemû malbata qiralî û gelê Siûdî re sersaxiyê dixwazim.
Emîrê koçkirî dîdevanê qonaxeke dirêj bû ji serbora herêmê, û roleke pir giring lîstiye ji gava ko bû wezîrê karûbarê derve yê Siûdiyê ji bo piştgiriya mafê Ereban û parastina yekîtiya gel, her wiha di piştgiriya gelê Sûrî de û li kêleka me rawestiyabû.
Em ji Xwedayê dilovan hêvî dikin ko ewî bi buhişta xwe şad bike.
Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
09.07.2015