Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Zincîreke êrîşan ji aliyê balefirên şer ên Rûsiya li ser taxên bajarê Orm El-kubra li gundewarê Helebê bi bombe û mûşekan hat pêkanîn, di encamê de bi kêmî ve 20 kesên sivîl şehîd û bi dehan kesên din birîndar ketin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê van êrîşan şermezar dike û hevdem Rûsya bi berpirsyar dibîne li hemberî êrîşên hovane yên li dijî gundewarê Idlib, Heleb û Hemayê.
Topbarankirina duhî ya li dijî bajarên El-tmanah û El-Lataminah û El-Tih û Saraqib, û herwiha êrîşên cuda yên li ser Xanşêxûn li başûrê Idlib bi roket û bermîlên teqîner, di encamê de bi kêmayî heşt şehîd û hejmarek ji birîndaran ketin, hevdem ku ji aliyê hêzên Esed topên fosforê li dijî gundên Cisr El-Sixûr hatin bikaranîn.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide civaka navnetewî ji ber encamên xerab yên bi destên rêjîmê û Rûsya û çekdarên Îranê yên serberdayî li dijî sivîlan li Idlib û Hema û Helebê, û metirsiya yarîkirin bi xwîn û jiyana welatiyên sivîl û û bi çarenivîsa çareseriya siyasî.
Pêwîstiya rûdanên dawiyê bi mudaxeleya navnetewî ya bi lezgîn heye ji bo bidawîkirina tawan berdewam û binpêkirina biryarên navnetewî û peymanên li ser agirbestê û kêmkirina zêdegaviyan, bi taybetî ku çarenivîsa bi sedan hezaran welatiyên sivîl ketiye di metirsiyê de, û ku encamên vê êrîşa terorîstî li ser herêmê, dê bê pîvan be ligel êrîşên berê.
Hevbendiya Niştimanî, bang li Konseya Ewlekariyê ya N dike, ji bo di standina biryareke rasterast li hember Rûsyayê, ji bo şermezarkirina tawanên li dijî gelê Sûriyê, û ji bo sepandina tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina tawanên şer yên dibin ji aliyê êrîşvanan ve, di nav wan de tawanên têkildar bi tawanên bikaranîna çekên kîmyayî.
Herwisa ji Konseya Ewlekariyê misogerkirina dadgehkirina tawanbarên tawanên rûsiya û rejîmê û çekdar û milîsên piştgir ên rijêmê û hemû tawanbarên bi pêkanîna tawanan li dijî gelê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
11 tebax 2018