Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di binpêkirineke beloq ji biryarên Encumena Ewlehiyê re û kenîna bi Rewatiya Navdewletî, û di dema hewldaneke navdewletî bo peydakirina çareyek siyasî, rejîma Esed û hevalbendên xwe yên Rûs û bikaranîna çekên ji aliyê navdewletî ve qedexekirî ne, bajarokê Mi’edemiyê li Gundewarê şamê bi xaza Sarîn a jehrdar armanc kirin, di encamê de 10 kes şehîd ketin, zarok û jin di nav wan de hene, û bêtir ji 30 kesî birîndar bû.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, di dema şermezarkirina vê tawanê de, bêdengiya Civaka Navdewletî ya ku wek dana roniya kesk e ji bo berdewamiya Esed di tawanên xwe de, û binpêkirina biryarên Encumena Ewlehiyê nemre 2118, 2209,2254 şermezar dike, û doza girêdana rûniştinek bilez ji Encumena Ewlehiyê re bo şermezarkirina vê tawanê, û stendina pêrabûnin sert di bin bendê heftan ji bo parastina sivîlan li gor biryara nemre 2118 dike.
Çi nêzîkiyek siyasî di bin siya vê tawankariyê de serkeftinê ji qurbaniyan re naxwaze, dimîne kêm, ji ber tawana ku Esed û hevalbendên xwe yên Rûs û Iranî derhqê milletê Sûrî de pêk tînin, koka tirorê li deverê ne, û nabe ku bêdengî li ser wê hebe, bi behaneya şerê tirora sînor-derbas ku ew jî ji encamdanê tirora rejîm û zordariya wê ye, em hevgirtinek navdewletî bo piştgiriya milletê Sûrî di cenga wî de bo azadiyê û bidawîkirina tiror û dagîrkirinê bi hev re dixwazin.
Hevbendiya Niştimanû Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
23 çilê pêşîn/ Dîsember 2015