Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro bîranîna komelkujiya Hemayê ya 1982an nû dibe, ew tawana hovane ya ku rêjîma Esed nêzîkî 40000 hemwelatiyên Sûriyê kuştin, yekser bi fermanên Hafiz Esed û yên bazinê derdora wî, ku êrîşek mezin birin li ser bajêr û ew dorpêç kirin, ku dîrok dîdevan e li ser encamdana tundtirîn tawanan û wêrankirina gelek taxên bajar.
Îro xelkê Sûriyê dirawestin li hember paşmayekî mezin ji tawanên binemala Esed her ji kodetaya wî û bidestxistina desthilatê û heya bigehîje tawanên kurê wî ku her ji destpêkirina Şoreşa azadî û rometê ve, lê bîr û serbor û ketwarê gel û hêviyên gel bi paşerojeke azad bo Sûriyê û xelkê wê dê bimînin fakter bo berdewamiya şoreşê heta bigehîje armancên xwe û di serî de rûxandina vê rêjîmê û tawandina rûpele kevreş ji dîroka Sûriyê.
Ku serhildana xelkê Sûriyê carek din li dijî rêjîma Esed, nîşana hezkirina milet bo azadiyê ye û bizavên wê ji bona şerfmendî û dadperweriyê ye, herwiha belgeyek nû ye li ser bihêzbûna bîr û bawerîyek tawankarî ye li hişê vê rêjîmê, ku mifayê dibîne ji bêdengiya civaka navdewketî û ji piştgiriya siyasî û ya leşkerî ya jêre tê pêşkêşkurin ji hin hêzên navdewletî û herêmî ji bona kuştina vîn û heza xelkê Sûriyê, lê ev hemû xweragiriya gelê Sûriyê bihêz dikin li ser berdewamiyê û çiqa dem dirêj bibe û bobilat zêdetir bibin wê sûrbûna xelkê Sûriyê jî bihêztir bibe bo berdewamkirina şoreşê û bidestxistina hemû armancên xwe.
Nivîsîngeha Ragihandinê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
2 Reşemeh 2016