Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Piştî destpêkirina Şoreşa Sûriyê û serkutkirina rêjîmê jêre bi hemû alavên tawankariyê , ku hin hêzên navdewletî û yên herêmî hewl didan rêjîmê bihêz bikin dijî hêvî û daxwazên gelê Sûriyê, lê vîn û himeta şoreşgeran biberdewamiya xwe û bi xwerageriya bêhempa û bi serkeftinên berdewam, karîbûn xwe li ser qadê bisepînin û hewlên wan hêzên navdewletî beravêtî bikin, tevî ku hêjî hewlên wan berdewam in bo vejînkirina rêjîma Esed û jinûvepêşkêşkirina wî bi her awayekî wek hevpar di qûnaxa veguhêz de.
Di dema em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ku nabe Esed bi hîç awayekî bibe beşek ji çareseriya Siyasî û bi hîç şêweyekî nayê qebûlkirin di çi qûnaxeka veguhêz de be, bi çi şêweyî be û dema wê bi çi dirêjiyê be jî, hevdem em sûrin ku pêwîst e tawankarên cengê yên wek Esed û bendeka wî li dadgehên navdewletî bêne dadgehkirin, û nabe beşdar be di pirosesa veguhestina ber bi dewleta nû ve.
Hêjaye gotinê ku tawanên rêjîma Esed di derheqê gelê Sûriyê de, ji kuştin û qirkirinê û bikaranîna gelek coreyên çekan tevlî çekên qedexekirî û tevlî kiryarên qirkirinê di hindur girtîgehan de, û wêrankirina jêrxana abûrî û civakî di Welat de; ferz dike li ser Civaka navdewletî û her aliyekî ku hewl dide piştgiriya çareseriya siyasî bike, ku nabe carek din bi dubarekirina berhemhêna rêjîma Esed rabe, yan jî pêşkêşkirina wê wek hevpar di pirosesa seqamgerîkirina welat de, tevlî ku Esed di salên bûrî de gelek hewl dane bo têkbirina ewlehiyê, netenê di Sûriya de lê belê di bêhtirîn dewletên Cîran de.
Salim Elmislit
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
19. Gulan. 2015