Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Em di Hevbendiya Niştimanî de û bi navê Gelê Sûrî tekez dikin ko em berbirsiyariya encamên ko rewşa bobelat ya Sûriyê gihayê bi sedema piştguhkirin û sersariya hemûyan ko nikarin biryarekê ji bo bidawîkirina bobelata Sûriyê û sizakirina Tawankarên Cengê û yên ko bi tawankariyên Cînosayidê rabûne, dixin sûncê Civaka Navdewletî û bi taybetî Endamên Encûmena Ewlekariyê
Her wiha em berpirsiyariyê didin ser ewan dewletan ko nehiştin biryara Encûmena Ewlekariyê di beraberiya yên ko Çekên Kîmawî de bikar tînin û bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2118 ya sala 2013an û bi taybetî benda 21 tev li guhastina Çekên Kîmawî bêdestûr li jêr benda heftan an jî Çekên kîmawî li Sûriyê bikar anîne.
Bombebarandina ko bajarokê Mişmişan li Gundewarê Idlib Îro Înê bi bermîleke teqîner ko tije gazên jehrkirî bû bi ser de berdan, di encamê de 18 rewşên fetisandinê li nav sivîlan peyda bûn û ji wan jî çend zarok ko rêjîmê Îro bajarok bombebaran kir. Digel ko di heman çax de û demjimêrên sibehîn de gundên Cebel Elzawiyê û Cisir Elşixûr li Gundewarê Idlib bombebaran kir, li gora belgehkirina nuha 15 şehîd ketine.
Em di Hevbendiya Niştimanî de dozê li Encûmena Ewlekariyê dikin ko biryara 2118an li jêr benda heftan cîbicî bike. Û Tawankarên Cengê û yê pêşî Beşar Elesed kujerê zarokan ber bi Dadgeha Tawankariyên Navdewletî de bişînin.
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
15 Gulan, 2015