Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rejîma Esed berdewam e di bikaranîna tundutîjiyek sîstematîk a berfirh de li dijî girtiyan û kesên revandî yên bêseruşûn di girtîgehan de ji sala 2011an ve. Û ji aliyê raporên mafên mirovan navên zêdetir ji 100 hezar welatiyên sûrî hatine belgekirin, di nav de navên 12 hezar Filistîniyên Sûrî, niha di girtîgehên rijêmê de binçavkirî ne , û li ser binçavkirîyan û kesên bêseruşûn têne hejmartin.
raportên mafên mirovan tişta hemû Sûrî dizanin li ser kiryarên îşkencê ji aliyê rejîmê ve di îşkencekirina girtiyan de piştrast dikin, di nav de şêwandina endamên laşê girtiyan û lêdan û şewitandina bi çixara, û rêbazên din yên îşkenceyê yên dibin sedema mirinê, tevlî kiryarên bidarvekirin û kuştinê yên ji derveyî çarçovê qanûnê.
Û raporên Tora Sûrî ya mafên mirovan, rijêm berpirsiyar dît li hember mirina 13.066 girtiyan di hinderê girtîgehan de heta heyva hezîrana borî, di nav de jin û zarok, û 500 Filistîniyên Sûrî, hevdem ku hêjî metirsî hene ku hejmara rasteqîn gelekî zêdetir be.
Di vê çarçoveyê de, em rapora Rêxistina lêborîna Navdewletî ya di destpêka sala 2017 de li bîr tînin, ku beşek ji tawanên rejîmê li dijî girtiyan û kiryarên bidarvekirina bikomel û jenosîdê bi awayekî sîstematîk di girtîgeha leşkerî ya Seydnaya de hatibûn belgekirin.
Agahiyên şahidhalan ên ji aliyê rêxistinên navnetewî hatibûn komkirin tekez kiribûn ku rayedarên girtîgehan û berpirsên payebilind yên damudezgehên rijêmê, hemû agahdarin bi tiştê ku dibe, bi taybetî jî tawanên rejîmê li dijî girtiyan, ku bi revandina li derveyî çarçoveya qanûnê û berdewamiya windakirinê û danpênedana hebûna binçavkiriyan û îşkence û kuştina wan destpê dike, û heta bigihêje radestnekirina termên wan bo malbatên wan, û veşartina wan di gorên komel de, û qeydnekirina mirina wan di wê demê de, ku her tawanek ji wan bi cuda bi tawaneke şer û tawanên dijemirov tê dîtin.
Hin raporên mafên mirovan yên bêalî diyar dikin ku belgeyên xurt hene li ser berpirsiyariya kesyetiyin mezin ên rejîmê di ber pêkanîna van tawan û binpêkirinan de, û divê ew kes bi rengek giştî û kesayetî di ber wan kiryaran de bên tewanbarkirin, û diyar kir ku yasa mafên mirovan ya navdewletî rayedaran berpirsyar dibîne di ber ewlekariya kesên hatin binçavkirin de, û daxwaza belgeyan ji wan dike, ku bi riya encamdana pişkinîna pizîşkî ya bêalî biçespîne ku mirin normal e yan normal nîne.
Ligor raporên dawiyê yên Tora Sûrî ya mafên mirovan balê dikişîne li ser lîstina rêjêmê bi belgeyên kesayetî yên girtiyan li serayên nifûsê, û qeydkirina wan di nav miriyan de, û ev yek bi xwe belgeyek eşkere ye li ser berpirsiyariya rijêmê di ber bêseruşûnkirina wan de.
Komîsyona Niştimanî ya Girtiyan û Bêseruşûnan, dubare bang li Konseya Ewlekariyê dike ji bo bi hesteke mirovî têkiliyan bi rewşa trajîk ya girtiyên girtîgihên rejîma Esed re bike, herwiha bi erkên xwe rabe ji bo standina biryareke wêrek û fayilê tawanên şer li Sûriyê ji bo dozgeriya giştî ya dadgeha tawanên navdewletî biguhêze.
Ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên sivîl yên ku slogana azadî û rûmeta mirovan li seranserî cîhanê bilind dikin dixwaze ku kar bikin ji bo rizgarkirina bi deh hezaran mirovên ciwan, jin, mêr, kal û pîr û zarok yên hatin binçavkirin, û doza wan bibînin wek dozeke mafên mirovan, yên divê ji her kesî re li ser erdê dabînkirî bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Komîsyona Niştimanî ya Girtiyan û Bêseruşûnan
19 tîrmeh, 2018