Daxuyaniya dawî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di 20-21ê tîrmehê de civînên gera xwe ya 72emîn li dar xistin. Civîn bi bi deqeyeke bêdengî û xwendina Fetihê ji bo giyanê şehîdên şoreşa Sûriyê û şehîdên Filistînê dest pê bû, û serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra gotarek siyasî ya berfireh pêşkêş kir tê de behsa rewşa navdewletî û herêmî û bandora wan li ser dosyaya Sûriyê kir, her weha raporên cîgirên serok û emîndarê giştî û Hikûmeta Sûrî ya Demikî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û komîteyên hevbendiyê hatin pêşkêşkirin.
Hevbendî pabendbûna bi piransîpên xwe yên li gor daxwazên gelê Sûriyê ji bo dadmendî, azadî û demokrasiyê, yên ku milet ji bo wan li dijî rêjîmê derket piştrast dike, û tekez dike ku çareserkirina pirsa Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê: 2118 (2013) û 2254 (2015) e.
Hevbendî tekezîyê li ser berdewamiya karê xwe di nava desteya danustandinan de ligel hemû aliyên navdewletî ji bo dîtina mekanîzmayên bibandor û gihiştina çareseriyeke siyasî dike, û cextiyê li ser pêwîstiya karên hevbeş dike ji bo rûbirûbûna kêşe û zehmetiyên ku rê li ber cîbicîkirina biryarên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî yên pêwendîdar digirin.
Hevbendî tekezîyê li ser giringiya piştgiriya bizavên Hikûmeta Sûrî ya Demkî yên pêşkêşkirina xizmetguzariyan û başkirina şert û mercên jiyanê dike, û hewl dide ku çareseriyan ji kêşeyên ku tên pêşiya wê re bibîne û pişta wê di cîbicîkirina karê wê de bigire, û tekeziyê li ser pêşxistina karê saziyên şoreşê bi awayekî ku jiyana welatiyên Sûriyê di hemû astan de baştir bike dike.
Hevbendî tekezîyê li ser giringiya Sindoqa Qerzdanê û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê dike, ji bo peydakirina pêdiviyên xelkê bi rêya piştgirîkirina pirojeyên ewlehiya xwarinê û nûjenkirina jêrxanê li Sûryê.
Hevbendî tekezîyê li ser berdewamiya hevkariyê bi welatên curbicur ên cîhanê re dike, û cext dike ku rêjîma Esed nikare tiştekî ji welatên ku dixwazin peywendiyan bi wê re vegerînin pêşkêş bike, ji bilî penaberên bêhtir û tawanên ji dervî sînoran tên, nemaze madeyên hişbir û teror. Hevbendî herwiha tekezîyê li ser wê yekê dike ku pêkanîna aşitî û ewlehiya domdar li Sûriyê û welatên cîran ne pêkan e bêyî bicîanîna dadmendiyê ji qurbaniyên tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê re û azadkirina girtiyan û zanîna çarenivîsa kesên bi darê zorê hatine windakirin, û çi çareserîyên hebin ne li gor daxwazên gelê Sûriyê û gihîştina daxwazên wan ên rewa bin, çareseriyin kêm û bê encam in.
Hevbendî bi baldarî tiştên ku penaber li welatên cîran rastî wan tên dişopîne, û kar ji bo rûbirûbûna gotarên nefret û sorkirinê yên li dijî penaberan û çareserkirina rewşa wan a yasayî dike, bi rêya danûstandina bi dezgehên pêwendîdar re û nûneratiya gelê Sûriyê bi awayê herî baş.
Hevbendî tekez dike ku Sûriye ne ewle ye ji bo vegera bi dilxwazî û bi rûmet a penaberan, û ku tirsa ewlekarî ji encama kiryarên rêjîmê sedema sereke ya nevegerê ye, û ku jîngeheke ewle tenê dikare bi rêya çareya siyasî ya berfireh a li gor biryarên navneteweyî pêk were.
Hevbendî piştgiriya mafê gelê Sûriyê di xwepêşandanên aştiyane de ji bo daxwazên xwe ragihînin dike, di heman demê divê pabendiya tam bi selameta milkên giştî û taybet hebe.
Hevbendî hişyariyê dide civaka navdewletî li ser metirsiya berdewamiya kêmbûna bersivdana mirovî ya pêwîst ji bo Sûriyan, nemaze ji nişteciyên kampan re, bi taybetî piştî ku bêtir ji 90% ji Sûriyan bûne li jêr xeta hejariyê û nêzîkî 45% di bin xeta birçîbûnê de ne.
Hevbendî silavan li xwenîşandanên aştiyane li Siwêdayê dike û tekezîyê li ser giringiya berdewamiya wan di daxwazên wan ên cîbicîkirina biryara 2254 dike, tevî hewildanên rejîmê bo derbasbûna nav rêzên xwenîşanderan û bikaranîna heman rêbazên ewlekarî û leşkerî yên ku berî zêdetir ji 13 salan de dijî şoreşgeran bi kar anîn.
Hevbendî serbilindî û rûmetdarbûna xwe bi gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên wî ve diyar dike, û îradeya wan a azadiyê û berdewamiya şoreşê heta pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê pîroz dibîne.
Rehmet û rûmet ji şehîdan re
Azadî ji kesên girtî û windakiriyên bi kotekî re
Vegera ewle û bidilxwazî ji penaber û koçberkiryan re
Serkeftin ji gelê me yê gewre re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Desteya Giştî
21 tîrmeh 2024