Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi xuleke bêdengî û bi xwendina Fatîheyê li ser rawanê şehêdên şoreşa Sûriyê, desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rola xwe ya 44ê roja şemî û yekşemê 09 û 10 adarê dest pê kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Ebdilrehman Mistefa di gotina xwe de silav bo gelê Sûriyê di heştemîn bîranîna şoreşa Sûriyê de şandin, û tekez kir ko miletê me sûr e li ser bidestxistina mafê xwe yê azadî û rûmetê di rêya sîstemeke piralî, sivîl û dîmuqrat re, her weha pîrozbahiya jina Sûrî bo Roja Cîhanî ya Jinê kir, û li ser rola wê ya berçav û xweragirî û qurbaniyên wê axivî.
– Civînê bi gengeşeya bendên lîsteya kar dest pê kir, piştî ko hate pesend kirin, destpêk bi raporta serokê Hevbendiyê û desteya serokatiyê bû, ya ko çalakiyên corbicor û karên ko di du heyvên bûrî de pêk hatine diyar kirin, her weha raporta emîndarê giştî, ya ko bal kişand ser amadekirina cihê Hevbendiyê li hundir, ta di demeke nêzîk de bi fermî bête vekirin, û giringiya hebûna serpereştên Hevbendiyê li wir , û amadekariyên jê re dibin.
– Desteyê raportên birêveberiyan û yên komîtan gengeşe kirin, û tekezî li ser giringiya bilndkirina asta destkeftan kirin, her weha bizavên tevgera Eldemîr û beşdarbûna nûnerên 55 dewletan bo daxwaza berdana girtiyên jin û zarok ên di zindanên rêjîmê de, bilind nirxandin.
– ji ber giringiya herêma Cezîrê û Ferat, guhdanek mezin bi raporta komîta Cezîrê û Ferat hebû, her weha bi pirogramê kar ji bo aktîvkirina rola Hevbendiyê li herêma aram ya ko dibe bête çêkirin, û li parêzgehên din yên cezîrê û Ferat, û biryarin hatin standin tekez dikin ko bizav berdewam in bo pirojeyên pêşinyarkirî pêk bînin, û hevrêzkariya bi desthilata Tirkiyê û aliyên navdewletî yên têkildar re.
Roja duyem hate terxankirin ji bo rewşa siyasî û pêşketinên herêma rojhilat û şerê li himber Daişê û bandora vekêşana Emerîkî û rewşa paşeroja milîtanên HSD û rêkxistina PYD ya terorist û giringiya dagirtina valahiyê ji aliyê xelkê deverê bi hemû pêkhatiyên xwe ve, û rewşa Idlib û binpêkirin û tawankariyên rojane ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê lê dibin, ko bi sedema wan bi dehan şehîd çûne, û rewş û kirdeyên Desteya Tehrîr Elşam, ya miletê me wê napejirîne.
Desteyê hewildanên Îranê yên metirsîdar bo guhertina nasnameya civaka Sûrî û destdanîna bi şêweyekî nerewa ser akar û milkên xelkê gengeşe kirin, her weha mîkanîzmeke taybet bo çavdêrî û şopandina têwerdana Îranî û derketina li hember wê gengeşe kirin.
– Û endamê Hevbendiyê Dr. Nesir Elherîrî serokê desteya danûstandinên Sûrî , danûstandin û tevgerên desteyê pêşdîtin kirin, herweha mijara girtiyan û bizavên ji bo berdana wan bûne, û komîta destûrî û zemîna hêmin, û belgehên di vê derbarê de pêk anîne, û encamên gihiştinê di hevdîtinên xwe bi aliyên navdewletî re tevlî Emerîkî û Ewropî û Rûsiyan, û helwesta komara Tirkiyê ya hevkok e bi ya opozisyona Sûrî re, her weha piştgiriya berdewam ya Erebistana Siûdî û dewletên Erebî û hevalên şoreşa Sûriyê.
– Her weha daxwaznameya Dr. Cewad Ebû Heteb serokê desthilata Sûrî ya demkî ya destjikarberdanê gengeşe kirin, û bizava wî û tîma digel bilind nirxand, û deng hat dan li ser pejirandina destjikarberdanê, û dibîne ku desthilat êdî ji bo birêvebirina kar e, heta desthilateke nû bête hilbijartin.
Desteyê bizavên Hevbendiyê bo werzê hecê yê sala 1440 k şopand, û nuhkirina rêkeftina komîta bilind ya hecê ligel wezareta Ewqaf a Erebistana Siûdî, û pesnê helwesta Siûdiyê û hêsankirinên ko pêşkêş dike da, û zêdekirina hejmara hecaciyên Sûrî ta 22500 hecacî, û tekez kir ko xizmetên komîtê ji hemû Sûriyan re ne bê cudhî.
– Desteyê rêz û silav ji xelkên Dera û herêmên dagîrkirî re şandin, di dema ku ew dîsa tevgera xwe li dijî rêjîmê nû dikin, û beraberiya desthilata rêjîmê ya ewlekarî dikin, her weha silav bo miletê me şandin bo bîranîna raperîna kurdî di 12ê adara 2004ê de li dijî rêjîma Esed û awayên wê yên tawankarî, ku bi dehan kes têde şehîd ketin .
Desteya giştî rola xwe bidawî kir bi sûrbûneke bêtir li ser pêkanîna biryarên hatine standin, û piştgiriya danûstandinan bo çareseriya siyasî ya dadwer ya daxwazên miletê Sûrî pêk bîne û rêjîmeke piralî, sivîl û dîmuqrat ava bike, ko wekheviya hevwelatîbûnê navbera hemû Sûriyan de dabîn bike.
Rêz û silav bo miletê Sûrî di heştemîn bîranîna şoreşa azadî, rûmet û dadweriyê de
Dilovanî bo şehîdan, çareserî bo birîndaran
Azadî bo girtiyan, û aşkebûna çarenivîsa windayan
Serkeftin bo şoreşê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
10.03.2019