Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, desxweşiyê li serhildêrên Der’a dike, û xebat û xwepêşandanên wan bi bilindî dinerxîne, û piştgiriya xwe ya tekûz ji xebata wan re li dijî organên zordar yên rejîmê piştrast dike.
Lehengên Horan peymana xwe bi daxwazên şoreşê di heştemîn salvegera wê de nû kir, bi dupatkirina dilsoziya xwe bi qurbaniyên gelê Sûriyê re, ku rejîma bêrewa nikare xwe li ser wijdana sûriyên azadîxwaz bisepîne.
Têkoşîna gelê Sûrî li dijî zorkarî û zulmê erkekî neteweyî ye, û xelkê Sûriyê dê berdewam bimînin di têkoşîna xwe de bi her awayên berdest heta avakirina dewleteke sivîl û demokrat a di şaristaniya mirovî de beşdar bibe, û red bike bibe modêlek ji tundutîjî û tepeserî û tawankariyê û arzankirina rûmet û jiyana welatiyan, û red bike bibe çavkaniya berhemhênan û hinartina terorîzmê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
10 adar 2019