Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xwe yên xola 65emîn li Stanbolê di 11-12 heyva çilê paşîn de li dar xistin, û xolê bi rawestana kêliyeke bê deng û xwendina fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir. Paşre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit şiroveyek siyasî pêşkêş kir, û raportên taybet bi karê herdû heyvên bûrî tevlî raporên serokatiyê û cîgiran û Emîndariya Giştî danîn ber destê amadeyan.
Desteya Giştî pêşketinên siyasî û bandora guhertinên navdewletî li ser şoreşa Sûriyê û awayên danûstandina pê re, bi awayekî ku armancên gelê Sûriyê dabîn bike û pabendî bi piransîpên şoreşa Sûriyê bibe, gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li pêşiya Desteya Giştî behsa çalakiyên siyasî yên vê dawiyê kir, nemaze civînên li gel berpirsên Tirkiyê li Enqerê, yên ku bi civînekê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu li baregeha Wezaretê li paytexta Tirkiyê bi dawî bûn.
Û got ku Tirkiye dewletek hevalbend e, û berpirsên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, tekezî li ser neguhêriya helwesta Tirkiyê di piştgiriya şoreşa Sûriyê û hêzên opozisyona Sûriyê de kirine, ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re.
Û behsa civînên siyasî yên ku Desteya Serokatiyê di du heyvên bûrî de li dar xistine kir, ku têde Hevbendiyê tekezî li ser pabendbûna xwe bi biryarên navdewletî û pirensîpên gelê Sûriyê kiriye, û tiştên ku rijêma Esed dike ji bo astengkirina her beşdariyeka ku pêşketinê di pêvajoya siyasî de pêk bîne diyar kir, her weha di wan hevdîtinan de tekezî li ser pêwîstiya cudakirina û dûrxistina navdewletî ji rijêma Esed re kirin.
Û di pey re Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî, kurteşiroveyên xwe yên ku tê de raporên karên xwe yên herdû heyvên bûrî pêşkêş kirin, û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê her weha raporên rêvebirî û ofîs û nûneratiyan temaşe kirin, û Desteya Giştî li şiroveyên Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Komîteya Destûrî û Sendoqa Qerzdanê guhdarî kir.
Û Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî giringtirîn pêşhatên pirosesa siyasî û zincîra hevdîtinên ku Desteyê di qonaxa bûrî de bi nûnerên navdewletî re li dar xistine û tê de daxwaza zêdekirina bizavên navdewletî ji bo gihiştina veguheztina siyasî li gor biryarên navdewletî kirine, berçav kirin.
Û Serokê Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê, şiroveyek pêşkêş kir, têde behsa pirojeyên sindoqê li rojhilat û rojavayê bakurê Sûriyê û alîkariyên navdewletî yên ku bo projeyên sindoqê hatine dayîn bi armanca piştgirîkirina warên tendirustî û çandinî û xwarinê, da alozî û dijwariyên rewşa jiyana xelkê me sivik bikin, nemaze kesên derbider û koçber, kir.
Û civîngeran rewşa siyasî û pêşhatên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê gotûbêj kirin, û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina kar ji bo avêtina gavên bibandor ji aliyê civaka navdewletî ve di dosya Sûriyê de kirin, bi taybetî xebata ji bo serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayan û bizvên kartêker ji bo gihiştina cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 ya ku dighêje veguheztina siyasî ya berfireh.
Û civîngeran bal kişandin ser giringiya yasaya dijî “bazirganiya Esed bi Captagonê” ya ku ji aliyê Kongirêsa Amerîkî ve hatiye pesendkirin ji bo rawestandina berhemdan û bazirganiya keresteyên hişbir û jinavbirina torên ku ji aliyê rijêma Esed ve li deverên di bin kontrola wê de tên birêvebirin, ji ber ku ew dever kirine jêdera madeyên hişbir û Captagonê ji wê derê dişîne dewletên cîran û cîhanê.
Û li ser asta meydanî, beşdaran bal kişandin ser xwepêşandanên gelêrî yên ku li gelek deverên rizgarkirî hatine lidarxistin, ji bo piştrastkirina berdewamiya şoreşê û pabendbûna bi pirensîpên wê, her weha xwepêşandanên Deraa û Siwêda yên ku cesareteke mezin nîşan dane, ji bo gihandina dengê gelê ku desthilatdariya rijêma Esed li seranserî Sûriyê red kiriye.
Û civîngeran tekez kirin ku rijêma Esed û milîsên PYDe yên terorîst di binpêkirina dermafê sivîlan de bi rêya bombebaran û operasyonên terorîstî berdewam in, û bal kişandin ser pêwîstiya sizakirin û rawestandin û bersivdana wan, û ku rijêma Esed ji ber gendelî û paşguhkirina rewşa jiyanê hişt ku xelkê me li deverên di bin kontirola wê de nikaribin kêmtirîn pêdiviyên jiyanê dabîn bikin. Û gotin ku radestkirina welêt û biryarên wî ji Îrana dagîrker û çeteyên wê re, hişt ku Sûriya di hemû pîvanên jiyana rûmetdar û azad û ewle de di dawîtirîn rêza dewletên cîhanê de be.
Û civîngeran tekez kirin ku pêwîst e rewşa mirovî li Sûriyê bi rêya mîkanîzmeke vebir were çareserkirin, û bihêle ku ev dosya ji bin bandora keysbazî û bikaranînên Rusya yên dubare derkeve, û alîkarî bi awayekî misoger bighêjin hewcedaran, ji ber ku bi wêne û belgeyan hatiye çespandin ku rijêma Esed alîkariyên navdewletî ji bo hêz û milîsên xwe yên ku piştgiriya wê dikin bikar tîne.
Û civîngeran bal kişandin ser pêwîstiya xurtkirina bizavan ji hêla rêxistinên mirovî ve di vê zivistanê de, ji bo rizgarkirina bi milyonan mirovên koçber yên ku di kampan de derdeseriyên şert û mercên mirovî yên xirab dikşînin.
Û civîngeran rewşa penaberên Sûriyê gotûbêj kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya standina tedbîrên kartêker ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan li dewletên mêvandar, bi taybetî Libnanê ya ku vê dawiyê rawestandina xwendina xwendekarên Sûrî ragihandibû, û ev yek bi neyînî bandorê li yek ji mafên penaberan yê rewa dike. Her weha behsa şopandina li gel Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş ji bo çareserkirina rewşa penaberan li Tirkiyê kirin.
Û civîngeran behsa pêngavên rêvebirî yên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî avêtine û pêşketinên giring di warê rêvebirî de pêk anîne, daku Hikûmeta Demkî karibe deverên rizgarkirî bi awayekî bêhtir û kartêkertir birêve bibe, kir.
Û di dawiyê de civîngeran tekezî li ser pabendbûna xwe bi piransîpên şoreşa Sûriyê û dûrneketina ji wan kirin, û cext kirin ku rênimaya Hevbendiyê di karê wê yê siyasî de, pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê yê azad e, û bicîanîna armancên ku gelê Sûriyê ji bo pêkanîna wan serî hildaye û qurbanî dane.
Û Endamên Hevbendiyê spasî arasteyî dewletên bira û dost yên ku li kêlek gelê Sûriyê rawestiyane û piştgiriya doza wî ya rewa kirine û hewl dane ku êş û azarên wî sivik bikin, kirin.
Dilovanî ji pakrewanan re,
saxlemî ji birîndaran re,
azadî ji girtiyan re,
serkeftin ji şoreşa Sûrî ya gewre re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 çilê paşîn 2023