• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 2 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dumahiya Civînên Rola 49emîn a Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

January 21, 2020
in Daxwiyanî

Daxwiyaniyek rojnamevanî
Hevbendiyê civînên rola 49emîn a Desteya Giştî, di 18- 19ê kanûna paşîn de, bi rawestana xuleke bêdeng û xwendina Fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûrî dest pê kir.
Serokê Hevbendiyê , Enes Elebde, gotara xwe ya destpêkirinê bi silav û hurmetgirtinek taybet ji xelkên me yên xweragir ên li Idlibê yên mêrxas û comerd û xwedan giyanê berxwedanê re pêşkêş kir, ji ber ku ew di rewşeke pir aloz re derbas dibin, ji encama êrîşên rijêm û Rûsyayê , yên bi armanca valakirina deverê ji xelkên wê , û derbiderkirina wan di van rewşên seqaya dijwar de, di dema ku civaka navdewletî pişta xwe daye wan û bi rola xwe ya mirovahî ya jê tê xwestin ranabe.
Û serokê Hevbendiyê bal kişand ser ku ti guhertin di rola Rûsyayê de çênebûye, ya dixwaze tevaya deveran têxe bin kontrola rijêmê de, di riya siyaseta xaka şewitî re, û sepandina rêbaza rijêmê ya ku her dem bijardeya leşkerî û ewlekarî dide pêş, di heman dema ku ew tevaya berpirsyariya kirîza aborî û derdeseriya gelê Sûriyê tê re derbas dibe hildigire, ew rewşa xerab ya dihêle welatiyên Sûriyê li hember wê rijêma ku bûye sedema sereke ji êşên wan re raperin.
Û mijara dijminkariya dijî Idlibê û rêznegirtina rijêmê ji agirbestê re, û vekirina gelek aniyên şaer dijî şorşgeran, mjjara sereke ya gengeşeya endaman bû, yên ku tekezî li ser bijardeya berxwedana bi hemî şêwe û rengan kirin, herweha mukumkirina têkiliyan li gel gelê xweragir yên li ser xaka xwe berxwedanê dikin, û cext li ser giringiya yekrêziya siyasî û leşkerî û danûstandina bi tevaya gelê Sûrî re li herderê kirin.
Û ji hêla xwe ve, emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî, yê cîgirê serokê komîteya Hecê ye jî, birêz Ebdulbasit Ebdulletîf, raporek têr derbarê serdana xwe ya dawî ji Erebistana Siûdî re û emzakirina girêbestên heca îsal pêşkêş kir, û Ebdulletîf sipasiyên gelê Sûriyê bo Erebidtana Siûdî veguhestin, li ser piştgiriya wan ji hecacên sûrî re û serkeftina berdewam ya dosya heca sûrî , herweha emîndarê giştî behsa karûbarên komîteya hecê û civînên ku dê pêk bînin ji bo pêşxistin û serkeftina hecê di salên dahatî de kir.
Û di rûniştineke taybet de bi amadebûna serok û endamên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, behsa rewş û destkeftên hikûmeta demkî hat kirin, bi taybetî di warê berhevkirina Artêşa Niştimanî ya Sûrî , wek artêşeke pîşekar ya bi erkên xwe yên niştimanî radibe, û berdewamkirina rêxistinkirina hêzên polîs û yê ewlekarî jibo parastina ewlehî û mafê mirovan, û çêkirina dadgehên bêlayen jibo dabînkirina dadmendiya dadweriyê, û çalakkirina karê encumanên xwecihî û temamkirina helbijartina hin ji wan , û guhdana karta çandiniyê, herweha pêşdebirina rewşa aborî di hemî waran de, û rêvebirina derwazên sînorî, û guhdana kartên perwerde û hînkirin û tenduristiyê û ji bilî wan jî yên ku Hikûmeta Demikî dixwaze pêşde bibe, tevlî kêmbûna dahatan û rewşên zor û dijwar.
Û herweha Desteya Gişrtî guhdarî li şiroveyekê derbarê pêşhatên pirosesa siyasî û Desteya Danûstandinan a Sûrî kir, û tekezî li ser nameya siyasî ya helwesta Hevbendiyê û têbîniyên wê yên girêdayî bestina kongirekî taybet bo kesên serbixwe zelel dike kir, û tekezî li ser giringiya berdewamiya goftûgoyan li gel birayên Erebidtana Siûdî û aliyên têkildar kirin, jibo gihiştina çaktirîn şêweyê lihevkirinê, yê ku têkiliyên hevbeş û pêvajoya danûstandinên siyasî û rola Hevbendiyê tê de hebe mukumtir dikin.
Û Desteya Giştî hejmarek ji peywendî û hevdîtinên siyasî yên di nav Hevbendiyê û hejmarek ji berpirsyarên dewletên ereb û Tirkiyê û dewletên din û encamên wan ên erênî gengeşe kirin, ji ber ku bûyerên li deverê çêdibin giringiya hevrêzkariyê û karê hevbeş û piştgirtina çareseriya siyasî li Sûriyê û sepandina fişaran li ser rijêmê da ku ber bi biryarên rewa yên navdewletî de were, û destpêkirina pirosesa siyasî bi hemî karûbarên wê ve, ferz bike.
Û derbarê raporên rêveberî û ofîsên bi ser Hevbenidyê ve, Desteya Giştî raporên Ofîsa Peywendiyên Derve û ya Desteye Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Bêserûşûnan gengeşe kirin, û destkeft û hevdîtinên di vê doseyê de bûne berçav kirin, ji ber ku dosya girtiya giringtirîn kêşeya hevbendiyê ye, û herweha Ofîsa Yekîtî û Sendîkayan raporek bi hûrbînî derbarê çalakiyên Komîta Olompî ya Sûrî pêşkêş kir, û ofîsa şêwirdariyên Istiratîcî raporek derbarê karê xwe yê 2 heyvên dawiyê pêşkêş kir.
Desteya Giştî berê xwe dide gelê Sûriyê li tevaya deverên ku lê dijîn, çi li hundur bin an jî li deverên derbiderî û penberiyê bin, û silavên germ ji wan re rê dike, û bi rêzgirtin xweragirî û pêgiriya wan bi mafê xwe yê avakirina welateke demoqrat û azad bilind dinirxîne.
Û silavên xwe ji gelê Îraqê yê qehreman re dişîne, û herweha gelê Libnanê re û tevaya gelê ereb yên xebatê jibo bidestxistina maf û azadî û rûmeta xwe dikin .
Silav û hurmet ji giyanê pakrewanan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Serkeftin ji şoreşê re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Desteya Giştî
21 kanûna paşîn 2020

ShareTweetSend

Posts Related

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re
Nûçeyên Hevbendiyê

Îsa: Çemê Qiwêq Dîdevanê Hovîtiya Rijêma Esed e di Danûstandina Wê ya bi Sivîl û Girtiyan re

January 31, 2023
Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Daxwiyanî

Derbarê Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên Wê re

Derbarê Ragihandina Rêxistina Çekên Kîmyayî ji Berpirsiyariya Rijêma Esed di Ber Êrîşa Dûmayê ya Sala 2018an de

Derbarê Bûyera Şewitandina Qurana Pîroz li Swêdê

Derbarê Tiştên ku di Xwepêşandana Ezazê de li Gundewarê Helebê Çêbûn

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.