Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di 12-13/1/2021 Desteya Giştî ya gera 54emîn li dar ket.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, civat bi rawestana kêliyek bêdeng û xwendina fatheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê da destpêkirin, û rehmetî Balyozê Hevbendiyê li Qeterê Mamoste, Nizar Elhirakî, û tiştê ji şoreşa sûrî re pêşkêş kiriye bi dirêjiya salên şoreşê û di dema karê wî wek Balyoz li dewleta Qeter ya bira bibîr anî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek berfireh pêşkêş kir, têde hejmarek ji kêşeyên ku hevbendiyê pêk anîne û di herdû heyvên bûrî de li ser kar kiriye û tevaya pêşketinên siyasî û meydanî diyar kirin, û yên herî girîng jê:
1-Pêşketinên siyasî yên çêbûne û di pêşî de lihevhatina Dewletên Kendava Erebî, yaku pêşwaziyeke mezin ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve dîtiye, bi hemû encamên wê yên erênî li ser rewşa erebî û rûbirûbûna astengiyên rastiyê tên, nemaze rola Îranê û metirsî û rîska wê sebaret welatên Erebî û deverê, û pesna helwestên pirensîpî ê Encûmena Hevkariya Kendavî derbarê şoreşa sûriyê yaku di daxwiyaniya Lotkeya Bilind de hatiye da, û miqatebûna Hevbendiya Niştimanî li xurtkirina têkliyên xwe bi Dewletên Kendava Erebî û tevaya dewletên Erebî re anî ziman.
2-Rêya danûstandinên siyasî li Cinêvê, û ew astengiyên çêdibin tev ji ber helwestên rijêma ku Rûsiya piştgiria wê dike û naxwaze derbasî gewhera biryarên navdewletî yên rewa bibe, ji daxwiyaniya Cinêvê de dest pê dibe ta li biryara 2254 û biryarên dîtir radiweste, û hewildanên derbaskirina demê di dozên ne sereke de yên ku têkliya wan bi xiştekarê re nine, yên ku bo karên Komîteya Destûrî hatiye biryrardan, û miqatebûna Hevbendiya Niştimanî li ser amadekirina kaxezên tên xwestin yên girêdayî dariştina destûrekî nû, ger girêdayî pêşkêşkirina dariştinke temamî be, yaku desteya siyasî biryar pê daye wek naverok ji xiştekara dahatî re, an di riya pêşkêşkirina nerîna xwe derbarê pirensîpên niştimanî destûrî re.
Di hemanê demê de Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser helwestên xwe yên çesipandî ji pirosesa siyasî dike, û çênabe ku tenê di sînorê Komîteya Destûrî de be, lê divê sepetên dîtir jî werin gengeşekirin, nemaze avakirina Desteya Hikumdariya veguhêz wek bingeh bo veguhestina siyasî.
3-Şopandina pirosesa guhartinê di Rêvebiriya Emrîkî de, bi Serokatiya Serokê Emrîkî yê hilbijartî Co Baydin û tîmê pê re, û giringiya pêwendiya li gel vê rêvebiriya nû daku têkliyên dikevin xizmeta şoreşa Sûriyê xurt bikin, û di heman demê de hevbendî giringiya mezin dide rêşûnên cszayî yên ku Emrîka û Birêtaniya û Almaniya li ser rijêmê sepandine, û cîbicîkirina yasaya Qeyser, û dîtina hin milîsan wek rêxistinên teroristî mîna Hosî û yên dîtir.
4-Şopandina pêwendiya li gel cûrbecûr deverên Sûrî û nemaze yên jê rizgarkirî, û giringiyê bidin derbider û koçberan, û pêwendiya li gel saziyên mirovahî û navdewletî ji bo piştgiriya pêwîst yaku derdeseriyan di demsala zivistanê de sivik bikin dabîn bibin, û di vî warî de Hevbendî spasiya xwe arasteyî Tirkiyê û Qeter û Erebistana Siûdî dike, li ser piştgiriya mirovahî ya berdewam.
5-Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi xebatên mezin rabûn ji bo dabînkirina alavên rûbirûbûna bêtara korona, nemaze di warê dabînkirina alavên taqîkirinê yên pisporî ji bo naskirina nexweşên bi korona, û pirkirina textan di nexweşxaneyan de, û xebatên li ser dorpêçkirina bêtarê û rûbirûbûna wê, û xebatên bêhtir li gel Saziya Saxlemiya Cîhanî û saziyên navdewletî yên pispor bo dabînkirina pêdviyên pêwîst berdewam in, tevî dabînkirina dermanê pêwîst.
6- Serokê Hevbendiya Niştimanî biryarên girêdayî bi ofîsên hevbendiyê li gundewarê Helebê yên di herdû heyvên bûrî de sitandine berçav kirin, û tekezî li ser tunekirina biryara avakirina Komosyona Niştimanî ya Hilbijartinan kir.
Cîgirên Serokê Hevbendiyê û Emîndarê Giştî û Hevrêzkarên Ofîs û Komêteyan rapor li ser karên xwe di herdû heyvên bûrî de pêşkêş kirin, û ew ji aliyê Endamên Desteya Giştî ve hatin gengeşekirin.
Di civatên Desteya Giştî ya Hevbendiyê de birêz Serokê Hikûmetê Ebdulrihman Mustefa û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî amade bûn, û Serokê Hikûmetê kurteraporek li ser giringtirîn kar û pirojeyên xwe li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, ên ku pir û cûrbecûr in, tevî şiyanên kêm, û wezîran jî raporên karên xwe yên hûrbîn pêşkêş kirin, û bersivên Endamên Desteya Giştî dan, û hemûyan û di pêşî de Serokê Hikûmetê tekez kirin ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî amûra hevbendiyê ya cîbicîkar e, û ew beşekî sereke ye tê de, her weha tekezî li ser hevkariyê kirin, ji bo ku hikûmet bi rola xwe ya jê tê xwestin rabe.
Ji aliyê xwe ve Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî Enes Elebde şiroveyek berfireh li ser pirosesa siyasî û astengiyên rastî wan tên ji ber helwestên rijêmê pêşkêş kir, û rola navnetewî yaku rijêmê wek berpisyar nabîne û berpisyariya astengkirinê naxe situyê rijêmê di dema tinebûna helwesteke navdewletî ya vebir de eşkere kir, û tekezî li ser pêgiriya Desteya Danûstandinê bi gewhera biryarên navdewletî û veguhestina siyasî kir, û ew jî ne tenê di sînorê sepeta Komîteya Distûrî de ye, lê divê sepetên dîtir jî li ser maseya danûstandinê werin danîn, nemaze yaku girêdayî hikûmeta veguhêz yaku wek destpêkeke rasteqîn e ji bo pirosesa veguhestina siyasî, û tekezî li ser guhdana tevayan bi yekrêziya Desteya Danûstandina Sûrî û pêkhatên wê û xurtkirina rola wê û çareserkirina nerînên cuda di riya diyalogê re kir.
Û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê rapora xwe li ser pirojeyên ku bidawî kirine û yên li ber temamkirinê ne pêşkêş kir, her weha Sindoqa Qerzdanê û kar û pirojeyên ku pê radibin û li ser giringiya ku ew xebat li ser alavên ragihandinê werin weşandin daku li ber destê tevayan be lihev kirin.
Civat bi arastekirina silavan bo gelê têkoşer li cûrbecûr deverên lê dijîn bidawî bû, her weha li ser vîrosa korona û bandorên wê axivîn, û pîstirîn wêneyên derdeseriyan nemaze li deverên di bin kontirola rijêmê de, an deverên di bin kontirola desthilatên defakto de li Idlib û deverên rojhilatê Ferat, û civatê berxwedana lehengane pîroz kir, û got ku şêweyên berxwedana gelêrî a ku cemawer pê radibe tekez dike ku ew hîn bi şoreşê re wefadar in, û pêgiriyê bi pirensîp û armancên wê ve bike heya roja serkeftinê.
Dilovanî li giyanê pakrewanan
Azadî bo girtîyan û ronîkirina rewşa windayan
Serkeftin bo şoreşê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
14 kanûna paşîn 2021