Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Daxwiyanî û tuhmetbarkirin û gefên dawîn yên ji aliyê rayedarekî ji milîsên PYDe derketine, têkiliyên mukum û peyrewiya wan milîsan bi Pariya Karkerên Kurdistanê ya terrorist PKKe re tekez dikin.
Ev daxwiyanî û gefên dijî Herêma Kurdistana Îraqê, metirsiyeke mezin e, ji ber ku ew dijminkarî û gef e dijî cîranên Sûriyê, û kurdên Sûriyê dixe nav pevçûnên derekî yên ku dijî berjewendiyên wan in, û berovajî berjewendiya niştimanî ya sûrî a giştî ye.
Ejendeyên teroristî bi carekê beşdariyê di avakirina welêt de nakin, û tewanên wan çi yên girêdayî bi serkutkirin û terrorkirina sivîlan be, an tawanên koçberkirin û girtin û binçavkirina kotekî û leşkeriya neçar be, dubare dibin.
Hevbendiya Niştimanî, tekez dike ku ew helwestên dewletên ku bêdeng li ser kiryarên rêxistinên terrorist yên ku hîna piştgiriya darayî û ya çekan werdigrin red û şermezar dike, û careka din daxwaza jihevxistin û qewtandina girûp û milîsên terrorist û derketina tevaya şervanên biyanî ji Sûriyê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
02 tebax 2021