Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hadî Elbehre
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
27 Çêriya Pêşî 2014
Hemû Sûrî navên Pakrewanên Şoreşê yên pêşî tên bîra wan û ji nav wan Şehîd Husam Eyyaş, yê ko bi fîşekên hêzên tawankar di 18.Adra 2011an hat şehîdkirin, navê wî û sê xortan yên pêşîn bûn di lîsteyeke dirêj de li Der’a ,û xanim Ne´îma Elmesalimê jî îro tevlî wan bû.
Xanim Ne’îma Elmesalimê dayika Husam di êrîşeke asmanî de berî çend rojan birîndar bibû, doh jiyana xwe ji dest da û tevli karwanê pakrewanan bû.
Bi navê Gelê Sûriyê ez sersaxiya malbata Mesalimê û tevahiya malbatên pakrewanên Sûriyê yên ko ji bo Şoreşê şehîd ketine dikim, her em sozê bi berdewamiya xebatê didin heta amancên Şoreşê di azadî, dadî û rûmetê de misoger bikin, em tekez dikin ko xebata me dê berdewam be û destê dadiyê bi saya xweda dê bigihê hemû Tawankarên ko destê wan bi xwîna Sûriyan gemar bûye.