Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tawana rêjîma Esed li parêzgeha laziqiyê, îro sibehê kiriye, bi armanckirina baregeha Encumana Xwecihî ya bi ser Wezareta Rêvebiriya Xwecihî Û Hewarçûnê Û Penaberan di Hikûmeta sûrî Ya Demikî de şermezar dike.
Ev armanckirina pîlankirî ya ku avahiya baregehê bi temamî ruxand û alavên veguhestinê û otomobîl û ambolansên baregehê têk şikandin, binpêkirineke nû ye ji rêkeftina Agirbestê re, û tewaneke cengê ya eşkere ye, ji ber ku ew armanckirinek ji baregehên sivîl re ye, ji yên xizmeta hevwelatiyan dikin e, û ev baregeh berî hefteyekê jî hatiye armanckirin.
Hevbendiya Niştimanî vê tawanê û binpêkirinên berdewam ji rêkeftina agirbestê re li hemî deverên Sûriyê, ji hêla rêjîma Esed û milîşyayên li kêleke wî şer dikin ve, datîne pêş Encumana Ewlehiya Navdewletî û çavdêrên rêkeftinê, û tekeziyê li ser metirsiyên rastyeqîne yên dibin encamên van binpêkirinan dike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
23 azara 2016