Daxwiyaniyeke Rojnemevanî
Tawana pîs yaku milîsên PYD ya terrorist li bajarê Ezazê yê gundwarê Helebê duh pêk aniye, xwezaya teroristî ya van milîsan eşkere dike, yên ku di tawanên xwe de sivîlan û yên dîtir ji hev cuda nakin, û nejî di bombebaranên xwe de cudahiyê dixin navbera bazaran û cihên leşkerî.
Û bi topên mûşekî bazareke gelêrî û gulitaneke zarokan li gel dayîkên wan li bajarê Ezazê armanc kirin, ew jî bû sedem ku hejmarek ji welatityan şehîd û birîndar bibin, û du kes ji wan xwendekarên Zanîngeha Heleba Azad bûn.
Vê Tawana kirêt di dema bîranîna girtina terrorist Ebdellah Ocelan serokê rêxistina PKK ya terrorist de tê, û weke tolhildanekê ji gelê Sûrî yê ku hebûna rêxistina teroristî li ser xaka xwe red dike ye, yê ku dazwaza qewtandina vê rêxistinê ji tevaya xaka Sûriyê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza rawestandina van çeteyên terorist ji civaka navdewletî dike, û jê dixwaze ku hevkariyeke navdewletî ya rasteqîn bo rûbirûbûna van milîsan û rawestandina piştgiriya wan hebe, û bi çi bihaneyê ti sîwanê ji wan re dabîn neke.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî daxwaza rûbirûbûna van teroristan dike, daku terora wan ji ser sivîlan raweste, û nehêlin ku ev rêxistin ewlehî û aramiyê li bakurê Sûriyê têk bibe.
Em sersaxiyên germî bo xwediyên pakrewanan pêşkêş dikin û daxwaza saxlemiyê bo birîndaran dikin, û em bawer in ku rawestandina tawanên van rêxistinên terrorist û li pey wan rijêma tawanbar tiştekî pêkan e, dema ku tevaya aliyên navdewletî û herêmî berpisyariyên xwe wek tê xwestin û li gor biryarên navdewletî hilgirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
16 sibat 2022