Daxwiyaniyek Rojnamevanî
Tevlî tewanên rijêmê û hevalbendên wê yên yekser bi balafir û helicopter û topxaneyan dijî sivîlan, çete û milîsên terrorist ên mezhebî yên bi ser hevpeymaniya tewanê ve, tewanên corbecor ên talankirin û dizî û revandinê û ta bi destdirêjiya sêksî û kuştinê dijî belengaz û derbideran ên li deverên corbecor ên welat pêk tînin.
Tewana dawiyê ya têde jiyana 27 kesên sivîl bi guleyan li devera Elsebxe ya rojhilatî bajarê Reqayê hat bidawîkirin, yek ji nimûneyên tewan û bêserûberiya berdewam e, ya ku rijêma Esed serpereştiya wê dike, wek heman şêweyê ku pê terorîstî û tundrewî peyda kirin, û ew wek çekekî ji bo tirsandina gel û civakê bikar anîn.
Hatiye naskirin ku ev milîs û çeteyên tewankar, tenê di rewşa bêserûberiya ku rijêmê derfet ji destpêka şoreşa Sûriyê de ji wan re peyda kiriye kar dikin.
Tevaya pêşhat û bûyerên çêdibin, her dem tekez dikin ku tewankarî û kuştin û wêrankirin û koçberkirin ya li deverê û Sûriyê dibe, ti carî bidawî nabe eger ev rijêm di talankirina gelê Sûriyê û paşeroj û dahatên wê de berdewam bimîne, û gereke civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe bi rastî hilgire, û çareseriyeke siyasî ya bilez ferz bike, û rewşa bêserûberî û tewankariya berdewam bidawî bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
06 kanûna paşîn 2020