Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe tîne ziman bi pesendkirina piroje-yasayekê li dijî normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re di Encûmena Nûnerên Amerîkayê de, û tekezî li ser berdewamiya sizayên li ser wê dike, û daxwaza avakirina mîkanîzmekê ji bo çavdêriya gihiştina alîkariyan ji hewcedaran re dike, û bikaranîna rijêmê ji bobelata erdhejê re da ku ji sizayê rizgar bibe red dike, û rijdiya xwe li ser yasaya Qeyser ya Amerîkî nû dike, û Hevbendî daxwazê ji Amerîkayê dike ku vê yasayê bike biryar da di zûtirîn dem de were cîbicîkirin.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku ev biryar pêngaveke durist e, û daxwaz dike ku bandora wê hebe, û rê li ber daketina ber bi asayîkirina têkiliyan bigire, û ev yek di berjewendiya gelê Sûriyê de ye, yê ku di nêzîkbûna 12emîn salvegera şoreşa Sûriyê de têkoşîna xwe berdewam dike.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî dixwaze ku bizavên xwe bikin yek, da rijêma Esed ji sizayên tawanên xwe yên hovane yên ku bi beşdariya hevalbendên xwe li dijî gelê Sûriyê ji sala 2011an ve pêk tîne rizgar nebe, nemaze komkujiyên çekên kîmawî, bermîlên teqîner û tawanên qirkirinê yên ku li gelek parêzgehên Sûriyê hatine kirin.
Her wiha daxwaza sepandina fişareke kartêker li ser vê rijêmê û dûrxistina wê ji hemû forumên navdewletî û berdewamiya bidûrxistina wê ya navdewletî dike, bi armanca cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî veguhestina siyasî bi taybetî biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 sibat 202