Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku rijêma Esed nerewa ye û nûneratiya gelê Sûriyê nake, û di dema ku sûriyan êrîşkariya Rûsî li ser Okraniya red kirine de, rijêma tawankar danpêdan bi deverên ku ji aliyê Rûsiya ve hatine dagirkirin kir, û piştevanî dayê û beşdarî di dijminkariyê de kir.
ku Piştgiriya Rêjîma Esed ji êrîşkariya Rûsiya re û şandina milîsên xwe bo şerkirinê li Okranya, û danpêdana ku ragihandiye derbarê dagîrkirina Rûsî ji deverên Okranya re nayê pejrandin, û ji aliyê gelê Sûriyê ve nayê qebûlkirin, tenê ew weku cîbicîkirina vîna dîktatorê Rûsiya ye, ya ji hêla serokê rijêma Sûrî ve hatiye cîbicîkirin, û ev dûvtiya rijêmê ji Rûsiya re diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî biryara Okraynayê ya birrîna peywendiyên xwe bi rêjîma Esed re weke pêngaveke durust dibîne, tevî derengiya wê, û got ku ev rijêm û hevalbendên wê yên Rûsî û Îran û nandozên wan, metirsiya herî mezin in li ser aştî û ewlehiya navdewletî.
Û Ji civaka navdewletî daxwaza xebateke kartêker ji bo rawestandina dijminkariyên Rûsiya û rijêma Esed dijî sivîlan û dûrxistina nûnerên wan ji tevaya civakên navdewletî kir, ji ber ku çi sistbûna li hember rawestandina wan dê bibe sedema ku hîn bêhtir kuştin û teror û kirîz bimînin.
Bêdengiya navdewletî derbarê tawanên Rûsiya û rêjîma Esed dijî gelê Sûriyê bi dirêjiya salên bûrî, bûye sedema dubarebûna tawanan li Okranya, û dibe ku ev yek li her welatekî din jî çêbibe, eger ev hêzên tawankar siza nebin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 hezîran 2022